Çewlîk bi agirê Newrozê germ dibe 2022-03-20 13:03:30     ÇEWLÎK - Li Çewlîkê bi hezaran kes tevî pîleya -10 jî ji bo geşkirina agirê Newrozê hatin gel hevdu.    Li Çewlîkê bi hezaran kes serê sibehê li Kolana Nexweşxaneyê bi cil û bergên xwe yên kurdî kom bûn. Çefiyên kesk û sor û zer dan hustê xwe û dirûşmên "Jin, jiyan, azadî" û "Bê serok jiyan nabe" hatin berzkirin. Bi def û zirneyê govend hat gerandin. Hatina gel a qadê hîn didome.    Her wiha ji ber barîna berfê gelek kes mecbûr man ji ser rê vegerin.