Li 3 bajarên Hollandayê agirê Newrozê hat pêxistin
- 08:55 20 Adar 2022
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Bi coş, hêvî û kelecaneke mezin agirê Newrozê li sê bajarên Hollandayê yên bi navê Den Haag, Amsterdam, Arnhem hat vêxistin.
Agirê Newrozê li bajarên Den Haag, Amsterdam û Arhnemê yên Hollandayê hate dadan, govend hate gerandin.
Pîrozbahiya li Den Haagê a bi meşeke bi meşaleyan
Meşê ji ber Navenda Civaka Demokratîk a Kurd dest pê kir. Di meşê de dirûşma "Bijî Newroz" hate qîrîn û stranên şoreşgeriyê hatin gotin.
Piştî meşê li Wijkparkê ji bo bîranîna têkoşerên şoreşê deqeyek rêz hate girtin û agirê Newrozê hate dadan. Heta derengiya şevê li dora agirê Newrozê govend hate gerandin.
Agirê Newrozê li Amsterdamê jî li Leidsepleinê hate dadan. Di çalakiyê de govend hate gerandin û heta saet 22:00 dewam kir.
Agirê Newrozê li Arnhemê jî li qada Olympus 2'ê hate dadan û govend hate gerandin.