Li 3 bajarên Hollandayê agirê Newrozê hat pêxistin 2022-03-20 08:55:52     NAVENDA NÛÇEYAN - Bi coş, hêvî û kelecaneke mezin agirê Newrozê li sê bajarên Hollandayê yên bi navê Den Haag, Amsterdam, Arnhem hat vêxistin.    Agirê Newrozê li bajarên Den Haag, Amsterdam û Arhnemê yên Hollandayê hate dadan, govend hate gerandin.   Pîrozbahiya li Den Haagê a bi meşeke bi meşaleyan   Meşê ji ber Navenda Civaka Demokratîk a Kurd dest pê kir. Di meşê de dirûşma "Bijî Newroz" hate qîrîn û stranên şoreşgeriyê hatin gotin.   Piştî meşê li Wijkparkê ji bo bîranîna têkoşerên şoreşê deqeyek rêz hate girtin û agirê Newrozê hate dadan. Heta derengiya şevê li dora agirê Newrozê govend hate gerandin.   Agirê Newrozê li Amsterdamê jî li Leidsepleinê hate dadan. Di çalakiyê de govend hate gerandin û heta saet 22:00 dewam kir.   Agirê Newrozê li Arnhemê jî li qada Olympus 2'ê hate dadan û govend hate gerandin.