Li çar navçeyên Mêrdînê xebatên Newrozê

  • 16:08 18 Adar 2022
  • Rojane
MÊRDÎN - Komîteya Amadekar a Newrozê ji bo pîrozbahiya fînalê li hemû navçeyan xebat dan meşandin. Li gundan û navçeyan li dora agir govend hate gerandin û banga beşdarbûna Newrozê hate kirin.
 
Xebatên komîteya Amadekar a Newrozê ya Mêrdînê, bi wesîleya pîrozbahiyên di fînalê de bi dirûşma “Dem Dema Serkeftinê ye” bê pîrozkirin li navçeyan xebat dan meşandin.
 
Kerboran
 
Ji bo xebatên li Kerboranê werin meşandin rêxistina HDP'ê ya navçeyê, hevseroka giştî ya HDP 'ê ya Mêrdînê Perîhan Agaoglu, hevserokê DBP’ê ya Mêrdînê Weysî Parildi û parlementera HDP' ê Pero Dundar beşdar bûn. Komîte li gundên Xelîla, Deywan û navenda navçeya Kerboranê geriyan, li dora agir govend gerandin û bi dirûşmên “Bijî Newroz” re dawî li bernameyê anîn. Di heman demê de li navenda Kerboranê û gundan jî belavokên Newroza ku wê sibehê were lidarxistin hatin belavkirin.
 
Nisêbîn
 
Bi beşdarbûna rêxistina HDP, BDP’ê ya bajêr û navçeyê û bi beşdarbûna TJA’yê li navenda Nisêbînê belavokên Newrozê ji bo pîrozbahiya wê di 21’ê Adarê de li qada Newrozê ya Nisêbînê were kirin hatin belavkirin.
 
Qoser
 
Li Qoserê bi beşdarbûna parlementera HDP’ê Ebru Gunay û rêxistina navçe û ya bajêr re belavokên pîrozbahiya Newroza ku di 20’ê Adarê de li qada Newrozê dê pêk were hatin belavkirin. Di pêşengiya erbane û stranên Newrozê de ji avahiya HDP’ê ya navçeyê ber bi qada azadiyê ve meş hate lidarxistin.