Ji jinên di bin çavan de 15 jê sewkî edliyê kirin
- 14:21 18 Adar 2022
- Rojane
AMED - Ji 23 jinên di bin çavan de 15 jê sewkî edliyê kirin.
Berî bi du rojan li ser daxwaza Serdozgeriya Komarê ya Amedê bi ser malan de hatibû girtin û di nav wan de siyasetmedar û nûnerên saziyên silîl jî heyî 23 jin hatibûn binçavkirin.
Ji van jinan 15 jê piştî ku karê wan ê îfadedayîna li muduriyeta polîsan qediya, sewkî edliyê kirin.
8 jinên mayî jî karê wan ê îfadegirtinê berdewam dike.
Hat diyarkirin ku jinên îfadeya wan hatine girtin ji wan Peymana Stenbolê û çalakiyên 25'ê Mijdarê û 8'ê Adarê hatine pirsîn.