Ji jinên di bin çavan de 15 jê sewkî edliyê kirin 2022-03-18 14:21:58   AMED - Ji 23 jinên di bin çavan de 15 jê sewkî edliyê kirin.   Berî bi du rojan li ser daxwaza Serdozgeriya Komarê ya Amedê bi ser malan de hatibû girtin û di nav wan de siyasetmedar û nûnerên saziyên silîl jî heyî  23 jin hatibûn binçavkirin.   Ji van jinan 15 jê piştî ku karê wan ê îfadedayîna li muduriyeta polîsan qediya, sewkî edliyê kirin.   8 jinên mayî jî karê wan ê îfadegirtinê berdewam dike.    Hat diyarkirin ku jinên îfadeya wan hatine girtin ji wan Peymana Stenbolê û çalakiyên 25'ê Mijdarê û 8'ê Adarê hatine pirsîn.