Girtiyên li Gebzeyê helbesta Newrozê nivîsandin
- 14:12 17 Adar 2022
- Rojane
KOCAELÎ - Girtiyên di Girtîgeha Jinê ya Gebzeyê de bi helbesta ku nivîsandin Newroza 2022'yan pîroz kirin.
Kurd îsal bi dirûşma "Dem Dema Serkeftinê ye" Newrozê pîroz dikin. Di serî de bajarên kurdan li gelek bajarên Tirkiyeyê jî agirê Newrozê tê vêxistin. Gel bi vê boneyê li kolanan dibêjin bila zimanê kurdî bibe zimanê perwerdeyê û azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dixwazin.
Girtiyan helbesta Newrozê nivîsandin
Yek ji cihên ku kelecana Newrozê lê zêde ye girtîgehên niha di bin şerdên tecrîdê de ne. Girtiyên siyasî bi rihekî serhildêr sala Newrozê ya 2022'yan pêşwazî dikin. Tevî dora wan dorpêçkirî ye jî qadên lê ne vediguherînin qadên Newrozê. Girtiyên di Girtîgeha Jinê ya Gebzeyê de bi helbesta ku nivîsandin Newroza 2022'yan pîroz kirin.
Helbesta girtiyan nivîsandiye wiha ye:
Îro Newroz e
Pîvok bi pîvok geş dibe
Jiyan baxçeyê azadiyê ye
Ka rabin em herin hevalno
Newroz e îro çavên we
Zekiye dilê Mazlûm e
Bi awaza Rahşan e
Bi nameya Sema ye
Newroz pîroz be!