Girtiyên li Gebzeyê helbesta Newrozê nivîsandin 2022-03-17 14:12:24   KOCAELÎ - Girtiyên di Girtîgeha Jinê ya Gebzeyê de bi helbesta ku nivîsandin Newroza 2022'yan pîroz kirin.    Kurd îsal bi dirûşma "Dem Dema Serkeftinê ye" Newrozê pîroz dikin. Di serî de bajarên kurdan li gelek bajarên Tirkiyeyê jî agirê Newrozê tê vêxistin. Gel bi vê boneyê li kolanan dibêjin bila zimanê kurdî bibe zimanê perwerdeyê û azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dixwazin.    Girtiyan helbesta Newrozê nivîsandin   Yek ji cihên ku kelecana Newrozê lê zêde ye girtîgehên niha di bin şerdên tecrîdê de ne. Girtiyên siyasî bi rihekî serhildêr sala Newrozê ya 2022'yan pêşwazî dikin. Tevî dora wan dorpêçkirî ye jî qadên lê ne vediguherînin qadên Newrozê. Girtiyên di Girtîgeha Jinê ya Gebzeyê de bi helbesta ku nivîsandin Newroza 2022'yan pîroz kirin.    Helbesta girtiyan nivîsandiye wiha ye:   Îro Newroz e   Pîvok bi pîvok geş dibe    Jiyan baxçeyê azadiyê ye   Ka rabin em herin hevalno    Newroz e îro çavên we    Zekiye dilê Mazlûm e    Bi awaza Rahşan e   Bi nameya Sema ye    Newroz pîroz be!