Encamnameya Şêwira Jinên Kurd hat eşkerakirin

  • 15:42 12 Adar 2022
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Encamnameya Şêwira Jinên Kurd a bi dirûşma “Qirkirina li ser jinan bi dawî bikin” bi tevlibûnan jinên ji her çar parçeyên Kurdistanê hatibû lidarxistin hat aşkerakirin. 
 
Îro li Silêmaniyeyê bi pêşengtiya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) û Yêkitiya Jinan a Kurdistanê, bi dirûşma “Qirkirina li ser jinan bi dawî bikin” û bi tevlibûna jinên ji her çar parçeyên Kurdistanê, Şêwira Jinên Kurd hate lidarxistin. Şêwir, bi encamnameyê bi dawî bû.
 
Xalên girîng ên di encamnameyê de derketine pêş wiha ne: 
 
“* Pêwîst e jinên kurd û Kurdistanê bi yekitî û hevrebûna xwe, sînorên ku dibin asteng derbas bikin.
 
* Pêwîst e jinên Başûr û Rojava xwe li hemberî hev berpirsyar bibînîn û bi rêya siyasî û civakî nîqaşên xwe bidomînin.
 
* Xwedîderketina li jinên ku ji ber tundiyê metirsî li ser jiyana wan heye, erkekî exlaqî û wijdanî ye. Divê li hemberî vê yekê helwesteke hevpar hebe.
 
* Divê jin deng û helwestên xwe li hemberî partî û aliyên siyasî bilindtir bikin ku îradeya serxwebûna jinan pêş bikeve û jin rola wan di hemû aliyên civakî û siyasî de hebe.
 
* Parastina jinên êzdî li Şengal erkekê sereke yê jinan e. Ji ber ku heta niha birînên jinên êzdî nehatine kewandin. 
 
* Şêwira jinan bang li hemû aliyên kurd û Kurdistanê dike û dibêje ku azadiya jinên êzdî yên hatine windakirin erkekî niştemanî ye û divê hemû kes di vê çarçoveyê de bixebite. 
 
* Ji bo parastina xak û welat, pêwîstî bi yekdengiyê heye. Berî her kesî pêwîst e jin xwedî li destkeftiyên jinan derkevin.
 
* Em bang li hemû saziyên jinan ên cîhanê dikin ku li hemberî êrişên dewletên dagirker ên li Kurdistanê xwedî helwest bin, piştîgirî bidin xebat û têkoşîna jinên kurd.
 
* Em bang li hemû jinên li çar parçeyên Kurdistanê dikin ku ji bo azadî û çareseriyê, li gorî mekanîzmeyeke hevpar xebatên xwe bimeşînin.
 
* Erka jinan e ku Konferansa Neteweyî ya Jinên Kurdistanê li dar bixin.
 
* Divê jin li hemberî medyaya herêmî û dijminên kurdan ên ji bo reşkirina çanda kurdan xwedî helwest bin.”