Encamnameya Şêwira Jinên Kurd hat eşkerakirin 2022-03-12 15:42:22   NAVENDA NÛÇEYAN - Encamnameya Şêwira Jinên Kurd a bi dirûşma “Qirkirina li ser jinan bi dawî bikin” bi tevlibûnan jinên ji her çar parçeyên Kurdistanê hatibû lidarxistin hat aşkerakirin.    Îro li Silêmaniyeyê bi pêşengtiya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) û Yêkitiya Jinan a Kurdistanê, bi dirûşma “Qirkirina li ser jinan bi dawî bikin” û bi tevlibûna jinên ji her çar parçeyên Kurdistanê, Şêwira Jinên Kurd hate lidarxistin. Şêwir, bi encamnameyê bi dawî bû.   Xalên girîng ên di encamnameyê de derketine pêş wiha ne:    “* Pêwîst e jinên kurd û Kurdistanê bi yekitî û hevrebûna xwe, sînorên ku dibin asteng derbas bikin.   * Pêwîst e jinên Başûr û Rojava xwe li hemberî hev berpirsyar bibînîn û bi rêya siyasî û civakî nîqaşên xwe bidomînin.   * Xwedîderketina li jinên ku ji ber tundiyê metirsî li ser jiyana wan heye, erkekî exlaqî û wijdanî ye. Divê li hemberî vê yekê helwesteke hevpar hebe.   * Divê jin deng û helwestên xwe li hemberî partî û aliyên siyasî bilindtir bikin ku îradeya serxwebûna jinan pêş bikeve û jin rola wan di hemû aliyên civakî û siyasî de hebe.   * Parastina jinên êzdî li Şengal erkekê sereke yê jinan e. Ji ber ku heta niha birînên jinên êzdî nehatine kewandin.    * Şêwira jinan bang li hemû aliyên kurd û Kurdistanê dike û dibêje ku azadiya jinên êzdî yên hatine windakirin erkekî niştemanî ye û divê hemû kes di vê çarçoveyê de bixebite.    * Ji bo parastina xak û welat, pêwîstî bi yekdengiyê heye. Berî her kesî pêwîst e jin xwedî li destkeftiyên jinan derkevin.   * Em bang li hemû saziyên jinan ên cîhanê dikin ku li hemberî êrişên dewletên dagirker ên li Kurdistanê xwedî helwest bin, piştîgirî bidin xebat û têkoşîna jinên kurd.   * Em bang li hemû jinên li çar parçeyên Kurdistanê dikin ku ji bo azadî û çareseriyê, li gorî mekanîzmeyeke hevpar xebatên xwe bimeşînin.   * Erka jinan e ku Konferansa Neteweyî ya Jinên Kurdistanê li dar bixin.   * Divê jin li hemberî medyaya herêmî û dijminên kurdan ên ji bo reşkirina çanda kurdan xwedî helwest bin.”