'Nobeda Edaletê' di roja 89'an de ye

  • 16:07 11 Adar 2022
  • Rojane
 
WAN - Komeleya Melayan  û Endamên Komîsyona Baweriyan a HDP'ê ku di roja 89'emîn a "Nobeda Edaletê" de çûn serdanê, xwestin ku polîtîkayên zilmê bidawî bibin û daxwazên malbatan bên bicihanîn.
 
"Nobeda Edaletê" ya Malbatên girtiyên nexweş û ên ku înfaza wan hatiye şewitandin di roja 89'an de li Baroya Wanê berdewam dike. Nobeda îro ji aliyê dayika Botan Tîmur ê li Girtîgeha Tîpa F a Wanê tê girtin Aslihan Tîmur, hevjîna Abîdîn Abî yê li Girtîgeha Kayseriyê tê girtin Zubeyde Abî, dayika Sedat û Nejdet Abî yên li GIrtîgeha Wanê dimînin Naciye Abî ve hat lidarxistin.  Di çalakiya îro de Komeleya Meleyan û Komîsyona Baweriyan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) çûn serdana malbatan. 
 
'Rêberê gelê mazlûm di bin tecrîdê de ye'
 
Di çalakiyê de endamê Komîsyona Meleyan Îbrahîm Sungur li ser navê komê axivî. Îbrahîm, diyar kir ku Gelê Kurd, gelekî mazlum e û wiha domand: “Dibêjin ku; ‘Dema dengê mazlum û mexdûran digihije Xwedê, erd diheje.’ Ji ber zilma heyî, niha zarokên mazluman diêşin. Dema em li Rojhilata Navîn dinihêrin, dibînin ku tu gel biqasî kurdan mazlum nînin. Rêberê wan niha di tecrîdê de ye. Li girtîgeha polîtîkaya zilmê heye. Tevî vî emrê xwe, ez jî gelek caran ji ber axaftinên xwe ketim hefsê û derketim. Lê belê heke berxwedan û têkoşîn nebe, ev polîtîkaya zilmê dê mîna vîrûsê li her deverê belav bibe. Her çar aliyên kurdan niha bi agir hatiye dorpêçkirin. Hêvîdarim ku ev têkoşîna edaletê ya malbatan bibe wesîleya rakirina tecrîda li ser birêz Ocalan û bidawîkirina binpêkirinên li girtîgehan. Çi bikeve ser milê me, em amade ne ku bikin. Em ê her tim li gel malbatên xwe bin.”