'Em ê bi coşa 8'ê Adarê Newrozê pîroz bikin'

  • 13:15 11 Adar 2022
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - TJK-E'yê çalakiyên 8'ê Adarê silav kir û got: "Em ê bi ruh û coşa 8'ê Adarê ku ji mêj ve veguheriye cejna neteweyî ya jinan, bigihînin Newrozê. Dem dema azadiyê ye, dema jinê ye."
 
Tevgera Jinên Kurd a li Ewropayê (TJK-E) daxuyaniyeke nivîskî weşand û bal kişand ser pêşwazîkirina 8'ê Adarê.
 
Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku 8'ê Adara 2022'an ji Kurdistanê heta Latîn Emerîkayê, ji Ewropayê heta Bangladeşê, ji DYE'yê heta Nîjeryayê di asteke bilind de hate pêşwazîkirin û wiha hat gotin: "Lêgerîna li derveyî sîstemê bêhtir diyar bû. Jinan li gorî xweseriya cografya lê ne ders û peyamên girîng dan sîstema bi serweriya mêr û dewlet û desthilatdariyên wê. Hêz, rêxistinî û perspektîfa xweparastinê ya tevgera azadiyê ya jinên Kurdistanê li tevahiya cîhanê hîn bêhtir ji aliyê jinan ve hate dîtin. Ji niha û pê ve ya girîng ew e ku eniya jinê ya ku di hest û daxwaz û berxwedanê de hevpar bûne, hîn bêhtir bê birêxistinkirin. Bi gotineke din divê rêya ber bi 'şoreşa jinê' ve bê çêkirin.
 
Weke Tevgera Jinên Kurd a li Ewropayê me 8'ê Adarê bi dirûşma 'Li ber xwe bide, xwe birêxistin bike û azad bibe' pêşwazî kir. Ji 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li Jinê heta 9'ê Çileyê, ji 15'ê Sibatê heta 8'ê Adarê me asta çalakiyên xwe bilind kir.
 
Tevî Elmanya, Fransa, Swîsre, Belçîka, Hollanda, Îngilistan, Awûstûrya, Swêd, Danîmarka, Norwêc û Fînlandiyayê li Kanada, Qibris û Awûstralyayê jî jinên Kurd herikîn qadan.
 
Jinên Kurd bi tilîlî, kincên neteweyî, erbane, dahol, govenda xwe pêşengî ji çalakiyên 8'ê Adarê re kirin, mohra xwe li çalakiyan dan. Dirûşma 'jin, jiyan, azadî' li tevahiya Ewropayê ji aliyê jinan ve weke dirûşmeke cîhanî hate qîrîn, ku em bi vê yekê serbilind bûn. Di heman demê de berpirsyariya me mezin kir.
 
Em ê bi ruh û coşa 8'ê Adarê ku ji mêj ve veguheriye cejna neteweyî ya jinan, bigihînin Newrozê. Dem dema azadiyê ye, dema jinê ye."