Sibê li Silêmaniyê Şêwira Jinên Kurd bê lidarxistin

  • 13:06 11 Adar 2022
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Ji hêla Komîsyona Jinan a KNK û Yekîtiya Jinan ya Kurdistanê ve bi dirûşma "Qirkirina jinan bi dawî bikin" şêwira Jinên Kurd bê lidar xistin. 
 
Bi pêşengiya Komîsyona Jinan ya Kongreya Netewî a Kurdistan (KNK) û Yekîtiya Jinan ya Kurdistanê, wê sibe li Silêmaniyê li ser rewşa jinan ya li her çar parçeyên Kurdistanê, şêwira Jinên Kurd were lidarxistin. Şêwira jinan dê bi dirûşma "Qirkirina jinan bi dawî bikin" bi amadebûna jinên ji her çar parçeyên Kurdistanê bê lidarxistin. 
 
Şêwira Jinên Kurd wê sibe saet 10:00’ê siharê heya 15:00’an li Hola Tewar ya Silêmaniyê pêkwere. Di şêwirê de wê di du paneland e 5 mijar werin pêşkêşkirin. Herî dawî encamnameya şêwirê were belavkirin.
 
Şêwir wê bi destpêkê bi axaftina Sekretera Yekîtiya Jinên Kurdistan Kafiye Silêman û Hevseroka Kongreya Netewî ya Kurdistanê Zeyneb Murad dest pê bike.
 
Pişt re panela yekem dest pê bike, di panela yekem de wê mijarên ‘Tundûtujî û girtina jinan ya ji ber desthilata siyasî, di nasnameya jinan de rola yasa û çandê û rewşa jinan ya dibin zextên siyasî de’ werin pêşkêşkirin.
 
Di panela duyem de jî wê ‘Rewşa jinan ya dibin desthilata dagirker de, rewşa jinên êzidî ya di rastiya niha de’ werin pêşkêş kirin.
 
Ji her çar parçeyên Kurdistanê aktivîst, parlamenterên jin wê tevlî şêwirê bibin û mijarên xwe pêşkêş bikin.