‘Li girtîgehan hewcedariya xurekê nayê pêkanîn’

  • 09:03 11 Adar 2022
  • Rojane
Melîke Aydin
 
ÎZMÎR - Diyetîsyen Dîcle Dîlan Salman rapora  derbarê xurekên li girtîgehan hatiye amadekirin nirxand û got rêveberiyên girtîgehan bi nêzîkatiya ‘em darve nekin em xwedî bikin’ nêzî girtiyan dibin û ji ber vê jî girtî tenê dikarin xwe bigihînin xwarinên ku dikarin pê bijîn.
 
Di çarçoveya lêkolînên Bernameya Şêwirmendiya Akademiyê ya Weqfa Mafê Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) xebatek hat amadekirin û 
Diyestîsyen Dîcle Dîlan Salman jî tê de cih girt. Dîcleyê di rojên borî de rapora bi navê ‘Li girtîgehan derbarê xurekên têr, baş û bi awayekî adîlane parvekirin lêkolîn’ ji raya giştî re parve kir. Di rapora ku bi şêwirmendiya Ferîde Aksu û Bulent Şik ve hatiye amadekirin, hat diyarkirin ku  mafê xurekê ji ber tecrîd, îşkence û binpêkirina mafan, wek mafekî duyem tê nirxandin û ev maf ji aliyê rêveberiya girtîgehê ve pêk nayê.
 
‘Hema hema her kes heman pirsgirêkê vedibêje’
 
Dîcleyê daxuyakirin ku li Îzmîrê rapor di encama hevdîtinên bi kesên ku di 5 salên dawî de hatine tehliyekirin bi teknîka kartopu hatiye kirin û wiha vegot: “Piştre me bersiv analîz kirin û em li ser pirsgirêkên derketin holê xebitîn. 12 kes dibe ku hejmarek kêm bê dîtin lê  vê jî gelek pirsgirêk danî holê. Her kesî hema hema behsa heman pirsgirêkan kir. Tenê di vê esasê de dîtina pirsgirêkan ji bo me pêngavek bû.”
 
‘Tenê xwarin jî atmosfera siyasî nîşan dide’
 
Dîcleyê  anî ziman ku bi 6 jin û mêrên di demên cuda de li çar girtîgehên cuda yên Îzmîrê mane re hevdîtin kirine û wiha vegot: “Em bi kesên di demên cuda de girtî mane re jî hatin gel hev. Me der barê pêvajoya şewba koronayê de ku çawa meşiyaye û her wiha ji kesê ku 28 salan girtî maye, der barê deman de çi guheriye agahî girtin. Me bi taybet der barê mafê xurekan de pirsên xwe kirin û me got mafên der barê xwarinan de hebûn an na. Pirsgirêka hemûyan jî xwedîbûnek xerab, qels û ne baş bû. Me pirsên wekî ‘we proteînek têr digirt? Rojeke xwe bêjin? We çend danan xwarin dixwast, fêkî û xurekên bi rûn dihatin an na? pirsîn.” 
 
Ewlehiya xurekê û xwegîhandin hat nirxandin
 
Dîcleyê destnîşan kir ku pirsên weke ewlehiya xurekê, paqijî, xwarin ji ku tên, çawa tên amadekirin jî hatine pirsîn û wiha vegot: “Me girtina vîtamîn û mînarelan pirsî. Me got tahlîlên xwînê û test tên kirin an na. Me kantîn jî pirsî. Me got hûn dikarin têra xwe xurek ji wir bigirin. Me bihayên kantînan pirsîn. Van tiştan jî rewş derxist holê.”
 
‘Alavên pansûmanê jî derdikevin’
 
Dîcleyê destnîşan kir ku xurek wek mafên duyem tên dîtin û daxwazên mafên din ewil tên û wiha dirêjî da axaftina xwe: “ Ji ber ku behsa tecrîd û lêgerîna tazî tê kirin. Di pêvajoya şewba koronayê de şert û merc giran bûn girtî ji bo di lêgerîna tazî de derbas nebin naçin nexwşexaneyan. Bi vî awayî jî nexweşiyên xwe nizanin û xwedîbûnek baş jî tune ye. An jî dema diçin cem rêveber xurek herî dawî tê rojevê. Mînak der barê rewşa nexweşên çolyak de hevdîtin tê kirin. Zarokên li girtîgehan baş xwedî nabin. Şîr û xwarinên din ên ji bo zarokan pir zehmet tên peydakirin. Di esasê de hemû girtî jî dizanin ku xwedîbûnek baş tune ye. Hefteyê carê an du caran fêkî dertê. Tehma goşt pir xerab e. Girtî dibêjin carnan goşt dişon û dixwin. Rûnê nebaş bi kar tînin. Girtiyan diyar kirin ku alavên pansûmanê jî carna ji xwarinê derdikevin. Gelek girtî ji ber bi rêveberiyê bawer nakin naçin cem rêveberiyê.”
 
Dîcleyê her wiha daxuyand ku gelek jinên pê re hevdîtin hatiye kirin diyar kirine ku hormanên wan xera bûne û ev ji ber xwarinê tên dayîn e û wiha vegot: “Ev ne tiştekî normal e. Li bedena wan mû dertên. Jin ditirsin ku rêveberî wan jehrî bikin. Dibêjin rêveberî bi nêrîna ‘em darve nekin, xwedî bikin’ nêz dibin. Tenê ji bo jiyankirinê xurek tên dayîn. Tavê nabînin. Rêveberî xurekên wek findiq, gwîz û her wekî din naxwazin. Bi hemû girtiyan re kêmasiya vîtamînên wekî D, çînko, magnezyum heye. Ev jî bi girtiyan re dibe sedema serêşê, weşîna por, zehmetiya meşê.”
 
‘Ji bo her nexweşiyê heman menu tê dayîn’
 
Dîcleyê destnîşan kir ku ji bo her cureyê nexweşiyê heman menu tê dayîn û ev tişt bi lêv kir: “Ji bo nexweşên diyabet, çolyak an jî hîpertansiyon û heta vejeteryanan heman menu tê dayîn. Ev tê wateya mirina girtî. Divê kesên bi çolyakê bin nanê li gorî xwe bixwin. Lê dibêjin anîna wî nanî zehmet e. Ji bo vejeteryan vegenan jî kartol tê dayîn. Li şûna ku bedena wan di alî vîtamînan de bê xurtkirin, tenê ji bo têrbûnê xwarinê peyda dikin. Di pêvajoyê grevan de di alî xwegîhandina vîtamîn, lîmon û şekir de pir zehmetî hatin kişandin. Derman jî bê pergal hatin dayîn. Ev jî bû sedema stresê û pêşketina nexweşiyên girtiyan. Taştê bi şev tînin û ew jî hemû sar dibe. Xwarinê kêm didin. Serê kesî kevçiyek mast didin. Girtiyan der barê xwedîbûnê de hewl dane ku çareseriyekê pêk bînin. Girtî ava xwe jî bi pereyên xwe digirin. Yanî têr avê jî venaxwin.”