'Jinên li ber Deriyê Sêmalkayê bi têkoşîna xwe peyamek dan cîhanê'

  • 09:02 11 Adar 2022
  • Rojane
Yara Kendeş
 
KOBANÊ - Têkildarî çalakiya nobetê ya malbatên bi xwesteka cenazeyên zarokên xwe bigirin li ber Deriyê Sêmalkayê dabûn destpêkirin endama Koordînasyona Kongereya Starê Newroz Mislim a ku tevlî çalakiya konvedanê bûye wiha got:"Jinên li ber Deriyê Sêmalkayê bi têkoşîna xwe peyamek dan cîhanê." 
 
Di meha tebaxê de bi êrişa hêzên PDK'ê li Xelîfanê 5 têkoşerên azadiyê jiyana xwe ji dest dan û heta niha jî cenazeyên wan radestî malbatên wan nehatiye kirin. Ji wan têkoşeran du kes jî ji Rojavayê Kurdistanê ne û ji bo malbat cenazeyên zarokên xwe bigirin di 5'ê Cotmehê de bi pêşengiya Meclîsa Malbatên Şehîdan, çalakiya konvedanê li ber Deriyê Sêmalkayê hatibû destpêkirin. Ji roja ku çalakiyê dest pê kiriye heta roja dawî sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser, Rêxistina Kongreya Star û Civaka Sivîl beşdarî çalakiyê bûne. Bi hezaran kes beşdarî konê çalakiyê bûn û çalakiya kon di roja 111'an de bi daxuyaniyekê bi dawî bû.
 
Di derbarê vê mijarê de endama Koordînasyona Kongereya Starê ya Herêma Firatê Newroz Mislim a ku tevlî çalakiya konvedanê bûye  ji ajansa me re nirxandin kir.
 
'Jinên li ber Deriyê Sêmalkayê bi têkoşîna xwe peyamek dan cîhanê'
 
Newrozê di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser têkoşîna dayikên ji bo cenazeyên zarokên xwe bigirin û wiha got:"Rêveberiya Başûr cenazeyên malbatan radestî wan nekir. Li hemberî vê bûyerê dayikan çalakiya nobetê li ber Deriyê Sêmalkayê li dar xistin. Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi giştî tevlî vê çalakiyê bûn. Di vê çarçoveyê de jinan bi têkoşîna xwe peyamek dan cîhanê. Ev çalakî jî bi rêya ragihandinê hat şopandin ku bi çi şêwayî û çend rojan dewam kir."
 
'Sekna dayikan bû mînak'
 
Newrozê di nava axaftina xwe de destnîşan kir ku ew weke Kongreya Star a Herêma Firatê başdarî vê çalakiyê bûn û wiha da pê axaftina xwe: "Em weke Kongreya Star a Herêma Firatê beşdarî vê çalakiyê bûn û me daxûyaniyek jî di çalakiyê de da. Me jî weke jin xwest bi tevlîbûna xwe em sekna xwe ya li kêleka dayikan nîşan bidin. Me xwest em destekê bidin wan dayikên têkoşer û berxwedêr û em hemû jin yek in. Ev çalakî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çê bû. Me bi peyama xwe nîşan da ku şehîdên me jî hene û ev çalakî ya dayikên van şehîdan bûn. Mixabin bi vê bûyerê PDK'ê diyar kir ku ev tevgera ku kirine derveyî siyaset û rewşa heyî ya li ser vî erdî ye. Ev bûyera girêdayî mirovbûnê ye. Dayikan tevî temenê xwe jî li ber xwe dan û peyamek dan. Sekna dayikan bû mînak."
 
'Hêza dayikan bi tu rengî nayê şikandin'
 
Newrozê di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku erê ev bûyer çêbû û kezeba dayikan jî şewitî lê ev bûyer hêza wan lawaz nake û wiha got:"Hêza dayikan bi tu rengî nayê şikandin. Şehîdên wan dayikana hêzeke mezin dan dayikan û rihê têkoşînê ji wan re mezintir kir. Têkoşîna dayikan gihaşt asta ku rewşa xwe ya tendirustiyê ji bîr bikin. Ew dayik bi sekna xwe ji her jinekê re bûne mînak. Çalakiya li ber Deriyê Sêmalkayê li herêmên dîtir bi rêbazên cur be cur  berdewam dike û tu carî ranaweste. Ev mijar mijareke mirovî ye, tevahî sînoran derbas dike. Pêwîst dike ku Hikumeta Başûr jî baş li van dayikan binêre, bizanibe ku ev şehîd ji bo welat û gelê vî welatî têdikoşin. Rêzdariya min ji van dayik û jinên aştîxwaz re pir mezin e ku bi vî rengî têkoşînek li dijî rê û rêbazên Hikumeta Başûr dan meşandin."