'Bila îqtîdar êdî girtiyan rehîn negire'
- 16:13 10 Adar 2022
- Rojane
WAN - Rêxistina DBP'ê ya Naveçeya Rêya Armûşê ku çû serdana "Nobeda Edaletê" ya ji aliyê malbatên girtiyan ve hatiye destpêkirin diyar kir ku bi milyonan kes edaletê dixwazin û bila îqîtdar bes girtiyan rehîn bigire.
"Nobeda Edaletê" ya malbatên girtiyên nexweş û ên ku înfaza wan hatiye şewitandin di roja 88'an de li Baroya Wanê berdewam dike. Çalakî îro ji alyê Hevjîna Îbrahîm Alkan ê ku li Girtîgeha Tîpa F a Wanê girtî ye Dilşah Alkan û dayika Botan Tîmur ê ku li heman girtîgehê girtî ye Aslihan Tîmur ve hat kirin. Rêveberên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Rêya Armûşê serdana çalakiyê kirin.
'Li vî welatî bi milyonan kes edaletê dixwazin'
Di serdanê de Hevserokê DBP'ê ya Rêya Armûşê Îdrîs Polat, diyar kir ku ew li girtî û malbatên girtiyan e û wiha berdewam kir, "Ger ku li weatekî heq û qiqûq pêk neyê li wî welatî rêveberiyeke faşîst heye. Em îro dîsa ji vir dibêjin; Îqîdara heyî şatiyê dike. Divê girtiyên nexweş û ên ku înfaza wan hatiye şewitandin berde. Îro li welêt bi milyonan kes edaetê dixwazin. Em vê rewşê qebûl nakin. Heta ku edalet pêk bê wê têkoşîna me bidome."