Muhliseya qeyrana dil derbas kir dîsa birin girtîgehê

  • 13:51 10 Adar 2022
  • Rojane
ENQERE - Girtiya nexweş Muhlise Karaguzel a li Girtîgeha Bunyanê ya Qeyseriyê tê girtin qeyrana dil derbas kiribû û ew rakiribûn nexweşxaneyê. Muhliseya rakirin nexweşxaneyê anjiyo bû û stent xistine dilê wê. Her wiha hat hînbûn tevî ku rewşa Muhliseyê ne baş e jî ji nexweşxaneyê hatiye tabûrcûkirin. Endama MYK'ê ya ÎHD'ê Nuray Çevirmen bertek nîşanî vê yekê da. 
 
Hat hînbûn do Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Mûşê, Muhlise Karaguzel a ku ji ber sûcê "endamtiya rêxistinê" 8 sal û 10 mehan ceza lê hat birîn û niha li Girtîgeha Bunyanê ya Qeyseriyê tê girtin qeyrana dil derbas kiriye. Hat diyarkirin Muhliseya rakirin nexweşxaneyê anjiyo bûye û stent xistine dilê wê. Her wiha hat hînbûn tevî ku rewşa Muhliseyê ne baş e jî ji nexweşxaneyê hatiye tabûrcûkirin. Derbarê mijarê de Endama MYK'ê ya ÎHD'ê Nuray Çevirmen axivî. Nurayê got Muhlise yek ji nexweşên girtî ya divê tehliye bibûya. 
 
'Bi vî halê xwe nikare di girtîgehê de bimîne'
 
Nurayê da zanîn ku Muhliseyê yek nexweşên girtî yên giran e û wiha got:"Mehpûseke nexweş a temenmezin e. Gelek nexweşiyên wê hene. Berê jî ji ber nerehetiya dil rakiribûn nexweşxaneyê. Dîsa ji ber goştê di pozê wê de hilm bi zorê digirt. Li ser vê yekê jî emeliyat bûbû. Gelek nexweşiyên wê yên kronîk ên mîna şekir, tansiyon hene. Loma bi vî halê xwe nikare di girtîgehê de bimîne."
 
'Dema guman bi dawî biba divê piştre bihata tabûrcûkirin'
 
Nurayê bi lêv kir ku tevî serlêdanên li girtîgehê dîsa jî Nurayê hîn girtiye û wiha pê de çû:"Ji ber nerehetiya dil berê jî ew rakiribûn nexweşxaneyê. Divê wê demê tam baş bibaya û piştre bibirana girtîgehê. Dema guman bi dawî biba divê piştre bihata tabûrcûkirin. "
 
Nurayê herî dawî diyar kir ku wekî ÎHD'ê ew ê hewildanên hewce dikin ji bo Nurayê bikin.