Deklerasyona Newroza 2022'yan hat eşkerekirin

  • 13:27 10 Adar 2022
  • Rojane
 
AMED - Koma Xebatê ya Tifaqa Kurdistanê bi dirûşma "Dem Dema Serkeftinê ye" deklerasyona Newroza 2022'yan eşkere kir. Bi daxuyaniyê re yekemîn govenda Newrozê hat gerandin.
 
Koma Xebatê ya Tifaqa Kurdistanê bi dirûşma “Niha Dema Serkeftinê ye” deklerasyona 21’ê Adarê ya Newrozê bi çapemeniyê re parve kir. Hevserokê giştî yê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, HDK, Tevgera Jinên Azad (TJA), Hevsreoka giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP)  Salîha Aydenîz, Hevserokên giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP)  Mîthat Sancar û serokên partiyên tifaqên kurdî beşdarî daxuyaniya ku li Demîr  Otelê hatiye dayîn bûn. 
 
Metna daxuyaniyê ji aliyê Saliha Aydenîz ve hate xwendin. 
 
'Kurd bûne Newroz, Newroz bûye gel'
 
Saliha ya di destpêkê de girîngiya Newrozê ya ji bo hemû gelên Rojhilata Navîn bi bîr anî, bal kişand ser girîngiya rojê ya bi taybetî ji bo kurdan û wiha pê de çû: "Hatina biharê bi demê re vegeriya roja berxwedanê. Bi kuştina Dehakê zalim a ji aliyê Kawayê Hesinkar ve, kurdan li her derê agirê serkeftinê pêxistin û ev roj weke Cejna Newrozê pîroz kirin. Bi vî rengî Newroz; bi koka xwe ya dîrokî ya bi hezar salan ve, di bîra gelê kurd de, li dijî zilm û zordariyê weke roja îlankirina ku têkoşîn bi serkeftinê bi dawî bû, cihê xwe girt.
 
Kurdan bi ked, bedel, xwîn û rondikên hezar salan Newroz kir roja vejîn û berxwedana neteweyî. Kurd bûne Newroz, Newroz bûye gel. Newroz îfadeya hebûna gelê kurd û vîna jiyana azad û demokratîk e. Îro germî û ronahiya agirê berxwedanê yê ku Kawayê  Hesinkar pêxistiye, bi destê Kawayên hemdem ber bi gelê Kurdistanê û tevahiya mirovahiyê ve diçe. Ligel vejîna xwezayê Newroz veguherî qîrîna gelê kurd a 'Azadî nasnameya min e'. Bi vê hişmendiya dîrokî em li ser axa geş a erdnîgariya zincîrkirî ya ku bêhna xwîn û barûtê jê tê, ji Newrozeke nû re dibêjin merheba."
 
'Em barîkata aştiyê ava bikin'
 
Salîha got em Newroza 2022’yan di serdemeke ku faşîzm û kolonyalîzm hewl dide me di tarîtiya xwe ya qîr de bifetisîne de pêşwazî dikin. Salîha wiha pê de çû: "Li hember vê yêkê em di pêvajoyeke dîrokî de dijîn ku berxwedan jî bi hemû heybeta xwe pêk tê. Zilm û zordarî li cîhanê, Rojhilata Navîn û Kurdistanê her ku diçe zêde dibe. Kapîtalîzm bi hilberandina şerên nû, bi şerên wekaletê yên demdirêj ên li ser Efganîstan, Iraq, Sûriye û Lîbyayê hewl dide ku ji krîz û kaosa kûr a ku tê jiyîn xelas bibe, têkoşîna hegemonyayê bi şerê rasterast ên aliyên li Ûkraynayê re gihîşt qonaxeke nû. Şer tunekirina gelan e û bi gotina 'ji şer re na' em bang li gelan dikin ku li dijî polîtîkayên şer ên dewletên xwe barîkata aştiyê ava bikin."
 
'Kurd tên qirkirin'
 
Desthilatdariya AKP-MHP’ê ku bi xeyalên neoosmanîzma li dijî kurdan konsepta şerê topyekun didomîne, li Rojava û Başûrê Kurdistanê polîtîkayên dagirkeriyê dimeşîne. Li ber çavên cîhanê bi bikaranîna çekên kîmyewî sûcên li dijî mirovahiyê  pêk tîne. Ji Başûr heta Şengalê, ji Mexmûrê heta Rojava, ji bo destkeftiyên ku gelê me bi berdelên mezin bi dest xistine têk bibin, êrîşên hewayî yên li dijî tevahiya erdnîgariya Kurdistanê bê navber berdewam dike. Beriya her tiştî em van êrîşan bi tundî şermezar dikin û banga bidawîkirina van êrîşan dikin. Mixabin ev êrîş ji perçebûna siyaseta kurd hêzê digirin. Daxwaza sereke ya gelê me ye ku hemû partî û hêzên Kurdistanî dev ji helwest û siyasetên dûrî hesasiyet û berjewendiyên neteweyî berdin. Li hemberî êrîşên kolonyal û şovenîst ên li dijî gelê kurd; bi dirûşma 'Roj roja yekîtiya neteweyî ye' em bang li partî û tevgerên xwe dikin ku bi yekîtiya neteweyî destkeftiyan biparêzin."
 
'Em banga azadiya Ocalan dikin'
 
Salîha got tevî hewldanên aştî û çareseriyê jî, birêz Ocalan 24 sal in ku di girtîgeha Îmraliyê de, di nava tecrîd û îşkenceyê de tê girtin. Salihaya ev weke sûcê mirovahiyê nirxandi wiha diyar kir: "Hemû rehîneyên siyasî, bi taybetî girtiyên nexweş, di zindanên ku ji ber polîtîkayên tecrîdê veguherîbûn malên mirinê, bi mirinê re rû bi rû man. Biryarên Saziyên Tiba Edlî yên ku radigihînin girtiyên nexweş dikarin di girtîgehê de bimînin, serbestberdana girtiyên siyasî yên ku înfaza wan bi awayekî keyfî tê astengkirin, siyasî û derqanûnî ne. Em bang li hikûmetê dikin ku ji bo hemû girtiyên nexweş û siyasî, di serî de birêz Ocalan di demeke herî kurt de serbest bên berdan, gavan biavêje."
 
'Em azadiya Kurdistanê bidin ser milê xwe'
 
Salihayê diyar kir ku polîtîkayên îqtidara AKP û MHP ê ya li dijî siyaseta kurd û gelê kurd tê meşandin berdewam dike û got: "Ev hemû êrîş jî berpirsyariyên me tînin bîra me. Em çareseriyê di pêşxistin û berdewamkirina gavên ku me ji bo yekîtiya neteweyî ya demokratîk a Kurdistanê avêtine, dibînin. Bi vê gavê re em ê him têkoşina azadiya netewiya Kurdistanê bidin ser milê xwe û ji aliyê din ve jî em bawer dikin keda me wê ji bo demokratikbûna Tirkiyeyê jî çêbibe."
 
'Em ber bi serkeftinê ve diçin'
 
Salîhayê bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: "Di pêvajoyeke wiha dîrokî de em Newroza 2022’yan bi şîara “Êdî dema parastina destkeftiyan û bidestxistina mewziyên nû ye” pêşwazî dikin. Newroz destpêka biharê ye, roja hêviyên nû destkeftiyên mezin e. Gelê kurd ê ku bi Newrozê re xwe ji nû ve afirand, ji bo bidestxistina azadiya xwe ji her demê bêhtir nêzî serkeftinê ye. Em ê Newroza 2022’yan weke Newroza azadî û serkeftinê pîroz bikin. Em bang li hemû gelê xwe dikin ku li dora agirê Newrozê bên cem hev, coş, hêrs û serhildana xwe bilind bikin, daxwazên xwe yên azadiyê biqîrînin û dera ku lê ne Newrozê pîroz bikin. Ji bo ruhê berxwedanê yê jinê ku di 8'ê Adarê de derketiye holê bi rihê azadiyê di Newrozê de mezin bikin û ber bi serkeftinê ve bibi, em bang li her kesî dikin ku dakevin qadan û Newrozê bi coş pîroz bikin.
 
Newroza Azadî û Serkeftina Dîrokî li gelê kurd, Kurdistaniyan û hemû gelan pîroz be."
 
'Bi awayekî hevpar em ê azadiyê bi dest bixin'
 
Mithat Sancar li ser navê HDP ê ev gotin kir: "Îqtidara heyî li hemberî gelê kurd rejîmeke bişaftin û qirkirinê dide meşandin. Ev jî sala 2022'yan diyar dike. Wê di Newrozê de jî gelê me hêza xwe nîşan bide. Pêwîst e em bi rêxistin bin ango divê tifaqa partiyên siyasî yên kurd jî ji vê serkeftin û rêxistinê re pêşengtiyê bike. Ev jî polîtikaya me ya HDP' ê ye ku em bi awayekî hevpar azadiyê bi dest bixin."
 
'Jin bi rihê 8'ê Adarê diçin Newrozê'
 
Aktivîsta TJA' yê Emel Temel jî bi van gotinan peyama TJA' yê parve kir: "Jin bi rihê 8'ê Adarê ber bi Newrozê ve diçin. Di 8'ê Adarê de jin çawa girseyek mezin û têkoşînek mezin nîşan dan wê di Newroza ku nîşaneya azadî û serkeftinê ye de ye jî têkoşîna xwe mezin bikin. Em Newrozê pîroz dikin û bi hêviya azadiya hemû gelan."
 
Herî dawî jî serokên partiyên di îtifaqê de axivîn. 
 
Piştî axaftinan stran Newroza îsal hate pêşkêşkirin û yekemîn govenda Newrozê hate gerandin.