Girtiya nexweş Muhlise Karaguzel qeyrana dil derbas kir

  • 12:29 10 Adar 2022
  • Rojane
 
ENQERE - Girtiya nexweş Muhlise Karaguzel a li Girtîgeha Bunyanê ya Qeyseriyê tê girtin qeyrana dil derbas kir. Hat diyarkirin Muhliseya rakirin nexweşxaneyê anjiyo bûye û stent xistine dilê wê. Her wiha hat hînbûn tevî ku rewşa Muhliseyê ne baş e jî wê ji nexweşxaneyê bê tabûrcûkirin. 
 
Hat hînbûn do Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Mûşê, Muhlise Karaguzel a ku 8 sal û 10 mehan ceza lê hat birîn û niha li Girtîgeha Bunyanê ya Qeyseriyê tê girtin qeyrana dil derbas kiriye. Hat diyarkirin Muhliseya rakirin nexweşxaneyê anjiyo bûye û stent xistine dilê wê. Her wiha hat hînbûn tevî ku rewşa Muhliseyê ne baş e jî wê ji nexweşxaneyê bê tabûrcûkirin. 
 
Keça Muhliseyê, Zilan Karaguzel derbarê rewşa dayika xwe de agahî da ajansa me. 
 
20 rojan dane sekinandin
 
Zilanê da zanîn ku ji ber nerehetiyê Muhlise çûye revîrê û bijîşk gotiye divê Muhliseyê biçe bijîşk û damarên wê bên vekirin. Zilanê got:"Piştî revîrê dayika min dîsa dibin qawişê lê belê îdareya girtîgehê 20 rojî dayika min dide sekinandin. Do ji ber êdî ji ser hişê xwe çûye ew rakirine nexweşxaneyê. Vê gavê ew anjiyo kirine û stent xistine dilê wê. "
 
'Destên dayika min kelepçekirî ye'
 
Zilanê diyar kir wan tenê 20 deqeyî dayika xwe dîtine û got:"Di hevdîtinê de gelek leşker hebûn. Li ser livînan destên dayika min kelepçekirî ye. Tevî rewşa dayika min ne baş e jî lê belê wê tabûrcû bikin."