Danişîna doza kiryar Burak Ercan sibê ye: Ev kes çima tê parastin?

  • 09:45 10 Adar 2022
  • Rojane
Rojda Aydin
 
ŞIRNEX - Danîşîna doza Burak Ercan ê ku 40 xwendekaran bi peyamên telefonê taciz kiribû dê sibê bê dîtin û biyarek bê dayîn. Sekretera Jinan a Şaxa Egîtîm Sen a Şirnexê Serap Ok anî ziman ku ew ê heta dawiyê dozê bişopînin û bang her kesî kir ku tevlî dozê bibin. 
 
Burak Ercan ê ku li Lîseya Anadolu ya li navçeya Cizîra Şirnexê peywirdar bû ku di heman demê de jî nûnerê dibistanê û Egitîm Bîr - Sen a ku Girêdayî Memûr-Senê ye, bi peyamên telefonê nêzî 40 xwendekarên zarok taciz kiribû. Darizandina wî 3 sal û nîv şûnde dest pê kir û heta niha sê danişînên doza wî li 1’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Cizîrê hat dîtin. Daneşîna biryarê ya dozê dê 11’ê Adarê ango sibê li 1’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Cizîrê bê dîtin.
 
Sekretera Jinan a Şaxa Egîtîm Sen a Şirnexê Serap Ok, derbarê doza ku bê dîtin de axivî û bang li hemû kesî kir ku xwedî li dozê derkevin.
 
‘Zarok pêşeroja me ne’
Serap, di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya dozê û got: “Dozên bi vî rengî bandorê li pêşeroja me dikin. Zarok pêşeroja me ne. Şopandina van dozan yek ji erk û berpirsyariyên me yên sereke ye. Em wek perwerdekar her tim bi soza avakirina pêşerojeke nû ya zarokan tevdigerin. Dema ku em vê dikin, divê em bi hemû hêza xwe hewl bidin ku her cure zihniyet û destên qirêj ji pêşeroja xwe derbixin. Ji ber vê yekê ev doz ji bo me girîng e. Zarok pêşeroja me ne û divê em xwedî li pêşeroja xwe derbikevin. Divê em zarokan li hemberî her cureyên êrişan biparêzin.”
 
‘Em dixwazin edalet li gorî prensîba hiqûqê pêk were’
 
Serap, destnîşan kir ku di bûyerên destdirêjiyê de her tim sûcdar zarokan sûcdar bikin û wiha axivî: "Kiryar bi gelemperî parastinên wekî ‘zarokan ji min re dafik danîne, ez bi disîplîn im, ez mirovek pir nerm im' dike. Lê em vê yekê dizanin, ji ber erdnîgariya ku em tê de ne, zarokên keç ên ku rastî tacîz û destdirêjiyê tên di aliyê gotinê de dudil in û nikarin bibêjin. Ji ber vê yekê dema mufetîş hat dibistanê 40 xwendekar bi hêsanî ji wan re got. Rêveberiya dibistanê di aliyê rêberiyê de ji zarokan re piştgiriyê kir. Me bihîst ku mufetîş di vê hêlê de mamosteyan gelek rexne kiriye. Mufetîş, mamosteyan rexne kir û got ‘çawa dibe ku ewqas xwendekar bi tevgereke wiha re rûbirî ne û we çawa ferq nekiriye?'  Lê belê me piştre dît ku ev kes ji aliyê sendîkata ku tê de bû tê parastin. Dibe ku pîvanên din jî hebin, em nizanin. Di heman demê de dibe ku di warê siyasî û polîtîk de jî hebe. Ji bo vê jî em dixwazin edalet li gorî prensîba hiqûqê pêk were.”
 
‘Ev kes çawa dibe tê parastin û veşartin’
 
Serap, diyar kir ku ji ber zextan gelek zarok giliyên xwe paşve kişandine û wiha domand: “Di rûniştina dozê ya berê de zarokek ji ber zextan giliya xwe paşve kişand. Ew zarok dema giliya xwe paşve kişand got ‘ev nêzî çar sal in ev doz berdewam dike, lê ez bawer nakim ku ev kes ceza bigire û ji ber vê yekê ez ji dozê paşve dikişim. Her ku dema teblîgat tê mala min heman derûniyê dijîm.’ Di rewşekî wisa de çawa dibe ku ev kes tê parastin û çawa ev bûyer nayê lêkolîn kirin. Yek ji erkên herî girîng ên dewletê parastina jin û zarokan e. Dema ku xwendekarên dewletê ku di dibistana wî de bi êrîşa zayendî rûbirû dimîne, ne mimkûn e ku dewlet wan neparêze û bêje ez mezin im. Dewleteke ku nikaribe zarokên ku emanetî wî hatine kirine biparêze, nikare bibe dewletek mezin.”  
 
‘Em dev ji vê dozê bernadin’
 
Serap, di axaftina xwe de wiha bal kiland ser hewldana dibistanê: "Piştî ku bûyer derket holê rêveberiya dibistanê xebatên pêwîst pêk anîn. Her çiqas zarokan giliyên xwe berdabin jî ev doz wekî dozeke giştî didome. Der barê kiryar de lêpirsîneke cidî nehat kirin. Telefon û kompûtera kiryar nehat desteser kirin û lêkolîn kirin. Ger ji kêliya yekem a bûyerê ve lêpirsînek cidî bihata kirin îro evqas dirêj nedibû. Lewma em difikirin ku ev kes ji aliyê hêzekê ve tê parastin. Kiryar li Stenbolê li dibistaneke din peywira xwe didomîne. Lê em ê dest ji vê dozê bernadin. Heta ev kes ceza negire em ê dev ji vê dozê bernadin.”
 
Bangawazî
 
Serap, dawiya axaftina xwe de bang kir ku hemû kes xwedî dozê derkeve û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Danişîna biryarê de sibê bê dîtin û di vê dozê de gelek kêmasî hene. Ev doz ji bo min girîng e. Em bang li hemû saziyên sivîl, partiyan û ya herî girîng jî jinan dikin ku xwedî li vê dozê derbikevin. Ne bi tenê li Cizîrê, divê bi giştî li Tirkiyeyê xwedîderketinek hebe."