Çaglar Demîrel: Li dijî binpêkirinan divê têkoşîn bê mezinkirin

  • 09:06 10 Adar 2022
  • Rojane
Derya Ren
 
AMED - Siyasetmedara kurd Çaglar Demîrel diyar kir ku binpêkirina herî mezin nedanîna têkiliya ku girtî nikarin bi hev re deyne û got ji bo ji girtîgehan cenaze dernekevin divê hemû kes têkoşînê mezin bike. 
 
Tecrîda giran ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan didome. Li aliyê din jî girtiyên din yên ligel Abdullah Ocalan in, Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysi Aktaş jî nikarin bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê bikin.
 
Tecrîda giran ya li Îmraliyê bandor li ser girtîgehên din jî dike. Li aliyê din polîtîkayên tecrîdê jiyana girtiyên nexweş roj bi roj hîn girantir dike. Li gorî rapora ÎHD’ê hezar û 605 girtiyên nexweş yên divê demildest bên tahliyekirin hene. Lê bi raporên Saziya Tipa Edlî (ATK) yên wekê ‘dikarin girtî bimînin’ tahliyekirin tê astengkirin. Siyasetmedara Kurd Aysel Tugluk ku nexweşa girane tevî teşhîsa demans lê hatiye kirin jî bi rapora ATK’ê ya ‘dikare girtî bimîne’ nayê berdan.
 
Siyasetmedara kurd Çaglar Demîrel ku di mehên borî de hat tahliyekirin der barê binpêkirinên mafan û rewşa Aysel Tugluk û girtiyên nexweş de axivî.
 
* Hûn jî demek dirêj girtî man, hun dikarin wê pêvajoyê hinek binirxînin. Binpêkirinên mafan yên dihatin jiyîn çibûn?
 
Li girtîgehan binpêkirinên mafan qet naqedin. Pêvajoya van binpêkirinan û polîtîkaya desthilatdariyê ya li derve girêdayê hev in. Ligel vê bandoreke giran a polîtîkayên li derve pêk tên li girtîgehan dibe. Demên dawî de bi pandemiyê re binpêkirin zêe bûn. Mafên me yên bi têkoşînê me bidest xistibûn hatin girtin. Bi hinceta pandemiyê aktîvîteyên civakî hatin astengkirin. Nehiştin em bi hevalên xwe yên li koxuşên cuda ne bên gel hev. Binpêkirina herî mezin astengkirina têkiliyan e.
 
Li Tirkiyeyê tîpên cuda yên girtîgehan hene. Girtîgeha ez lê dimam girtîgeha Tîpa F ya Kandirayê bû. Yekem car jin girtin girtîgehên Tîpa F. Di hucreyekê de herî zêde 3 kes dikare bimîne. Bi pêvajoya pandemiyê re du salan kes neanîn gel hev. Hevdîtin hatin rakirin. Têkiliya bi derve re hat birîn. Pirtûk û kovar hatin sînorkirin. Lê çavkaniya herî girîng a girtiyên siyasî pirtûk û çapemeniye.Rojnameya Yenî Yaşam nedan. Bi vî awayî girtî hatin tecrîdkirin. Di serî de li ser piyan jimartin, gelek binpêkirinên mafan hatin jiyîn. Bi kamerayan qadên taybet hatin şopandin. Mudaxaleyên qada mahremiyeta taybet a kes dikin. Dema girtî dibin nexweşxanê bi kelepçê dermankirin ferz dikin. Vê jî rê li ber girankirina rewşa girtiyan vekir.
 
Divê têkoşîn bê mezinkirin
 
Ji ber şertên giran ji girtîgehan cenaze derketin. Divê girtiyên nexweş demildest bên berdan.  Çalakiya  ‘nobeta edeletê’ ya malbatan li derve didome. Divê ev çalakî bê dîtin û piştgirî bê dayîn. Pirsgirêkên li girtîgehan tenê bi malbatan nayê çareserkirin. Ji bo ev zîhniyet têk biçe divê civak bi giştî têbikoşe. Ji ber girtîgeh bixwe cihekî berxwedanê ye. Ya girîng ev e ku ev zincîr bên hilweşandin. Zarokên ligel dayikên xwe hebûn. Girtiyên 30 sal in girtîne hene. Her ku binpêkirin zêde dibûn zarok psîkolojiya wan xera dibû. Ji bo cenaze ji girtîgehan dernekevin divê têkoşîn bê mezinkirin.
 
*Der barê rewşa girtiyên nexweş, şewitandina înfazan û rewşa Aysel Tugluk de hûn çi difikirin? Hûn bi Ayselê re li heman girtîgehê man. Çi zor û zehmetî hatin jiyîn, hûn dikarin parve bikin?
 
Min yekser şahidiya tiştên ku Ayselê jiya kir. Dema Aysel hat girtin dayika wê ji xwe nexweş bû. Piştre dayika wê jiyana xwe ji dset da û Ayselê travmayek mezin jiya. Tiştên di merasima cenaza dayika wê de hatin jiyîn travmayek afirand. Aysel yekem hevseroka partiya ku di siyaseta demokratîk de isarar dikir bû. Hevaleke ku îradeya gel û jinan e. Ji paşerojê heta îro siyaseta demokratîk li her qada jiyanê kir armanc.
 
Beriya dayika wê wefat bike pir bi kêf û rewşa wê baş bû. Piştî dayika wê, xwe girt. Ji ber tiştên hat jiyîn xwe sûcdar hîs kir. Me bi awayekî cidî hewl da. Beriya pandemiyê xwe hinek da hev. Lê şertên pandemiyê rewşa wê girantir kir. Min wek xebatkarek tenduristiyê got rewşa wê norolojîke. Me xebatkarên tenduristiyê yên girtîgehê jî agahdar kir. Lê ji ber pandemiyê derfet tunebû biçe nexweşanê. Ev bû sedema pêşketina nexweşiyê.
 
Nexwest nexweşiya wê bibe rojev
 
Me hemûyan şahidiya pêşketina nexweşiya wê kir. Me bi îdara girtîgehê re hevdîtin kir û biryar hat dayîn bi hevalek refakat re li nexweşxaneyê bê razandin. Teşhîsa demans lê hat kirin. Piştî vê sewqî Fakulteya Tipa Kocaeliyê hat kirin. Hemû kontrol hatin kirin. hat tespîtkirin ku nexweşiya wê di asta destpêkê de ye. Me xwest em bikin rojev lê Ayselê nexwest. Got nexweşên pir giran hene wan bikin rojev. Ji ber vê bêyî agahiya wê me jî nexwest em bikin.
 
Fakulteya Tipê ya Zanîngeha Kocaeliyê der barê Ayselê de raporek nikare di girtîgehê de bimîne da. Di raporan de hatibû gotin ku divê Aysel bê tahliyekirin û dermankirin. Lê nehat tahliyekirin.Nexweşiya wê ji ber vê girantir bû. Jibîrkirin, qelsiya hiş derket holê. Sewqî ATK’ê hat kirin. Ez wê demê girtî bûm. Aysel çû ATK’ê û hat. Ez çûm cem wê got ‘Ez naxwazim carek din biçim ATK’ê. Got ew biçûk xistine, li şûna tenduristiya wê pirsên der barê siyasî de pirsîne. ATK’ê piştre ji xwe rapora ‘dikare girtî bimîne’ da.
 
Dayika xwe jibîr nekir
 
Derbarê dayika xwe de tu tişt jibîr nekir. Ayselê paşeroj jibîr nedikiri. Dema nêz jibîr dikir. Aysel di mijara ku jiyana xwe îdame bike de pirsgirêk dijiya. Li gorî raporên dihatin dayîn divê Aysel rojekê girtî nemana. 
 
Ji bo Doza Kobanê parastina wê hat xwestin. Ji bo vê sewqî ATK’ê hat kirin. Di rapora ATK’ê daye de  nexweşî û dermanên ku Aysel bikar tîne tê qebûlkirin. Lê dibêje dikare parastina xwe bike. Lê li holê ye ku Aysel nikare parastinê bike. Biryarên siyasî yên ATK’ê bo girtiyên din yên nexweş dane li holê ye. ATK ne cihê lêpirsînê ye saziyek tibî ye. Divê der barê tenduristiyê de agahiyan bide. Doktorên wê sonda hîpokrat kirine. Lê biryarek wisa didin. Ev qet ne wijdanî û mirovahiye. Di serî de Aysel û hemû girtiyên din divê bên berdan. Ji ber Ayselê dizanibû ez roportajê didim ajansa we payemek şand. Ayselê ji bo hemû jin, parêzer û  her wiha her  kesê ku piştevaniya wê dikin, silav şand. Hewldaneke mezin a parêzerên me çêbû. Ji bo Reyhan Yalçindag, Serdar Çelebî û Şeyhmus Bayhan spas dikim.
 
* Binpêkirinên mafan evqas zêde bûne û gelo têkiliya wê bi tecrîdê re çiye?
 
Em bi salane tecrîda li Îmraliyê tînin ziman. Tecrîda li ser Birêz Ocalan niha li ser hemû girtîgehan û civakê belav bûye. Niha polîtîka li girtîgehan her diçe girantir dibe. Zext her diçin zêdetir dibin. Înfazên girtiyan tên şewitandin. Li hember girtiyan pêkanînên kêfî hene. Bi hincetên vala înfazan dişewitînin. Herî dawî li girtîgeha Elezîzê bi hincetê vala cezayen dîsîplînê hatin dayîn.  Girtiyên 30 sa lin girtîne bi kêfî înfaza wan tên şewitandin û dibe sedema 6 cezayê din. Bidawîkirina tecrîdêre dikare hemû pirsgirêk çareser bibin. Sedema hemû pirsgirêka tecrîde.