'Li dijî dagirkeriyê berxwedana xwe mezin bikin'

  • 09:03 10 Adar 2022
  • Rojane
 
Yara Kendeş
 
KOBANÊ - Jinên ji axa xwe penaber bûne, zor û zehmetiyên ku di koçberiyê de dijîn û têkoşîna ku ji bo vê yekê didin rave dikin. Bi Berxwedana Serdemê ya 58 rojan têkoşîna xwe kirin û niha jî vê têkoşînê didomînin. Jinên li dijî zehmetiyên penaberiya li ser axa xwe têkoşîna jiyanê didomînin wiha gotin:"Em ê dagirkeriyê têk bibin û bi azadî li Efrîna xwe bijîn. Li dijî dagirkeriyê berxwedana xwe mezin bikin."
 
Di 20'ê Çileya 2018'an de dewleta tirk û komên girêdayî wê êrîşî herêma Efrînê kirin. Di encama êrîşên balafir û çekên giran de şêniyên Efrînê neçarî koçberiyê bûn. Gelek malbatan berê xwe dan Kampên Şehbayê û hinekan ji wan jî berê xwe dan Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. 
 
Rewşa penaberiyê ji rewşên herî zehmet e. Dûrketina ji ax, dar û berê xwe êşa herî giran e û bi tu gotinan nayê şîrovekirin. Bandorê li ser xwendin, pêşeroja zarok û ciwanan dike. Koçberî gelekî zehmet e ji ber ku mirov ji mafên xwe yên bingehîn bêpar dimînin. Lê dîsa jî jin li hemberî van azar, zor û zehmetiyan têdikoşin. Parastina çand, ziman, kevneşopiya xwe dikin. Jinên Efrînê bi hêviyek mezin li benda vegera Efrînê ne, rojane li hemberî dagirkeriyê û tunekirinê li berxwe didin û têkoşînê dikin.
 
'24 saetan tank û top ranewestiyan'
 
Rojîn Osman Tîto ya ji Herêma Efrînê ye di destpêka axaftina xwe de anî ziman ku ew û zarokê xwe li bajêr bûn, wê hema dît ku balafir li ser serê wan digere û hema lê dan û wiha pê de çû: "Di dawiya meha 12'an a sala 2018'an de ez û zarokên xwe bi aramî li Efrînê dijiyan. Hema ji nişka ve min dît balafir li ser serê me digere, ez pir tirsiyam û min dilê xwe girt ka çi çêbû çi li derdora me diqewime. Paşê  min dît gel li derdora me dibêjin balafir li Efrînê dide. Di vê demê de ez li derveyî mal bûm, heta min erebe dît ji bo bizîvirim mala xwe min pir astengî dît. 24 saetan tank û top ranewestiyan, min nedizanî ez ê çibikim. Tenê min bi zarokên xwe girtin û li derdora xwe tameşe kir. Em di Efrînê de dorpêç bûn, min nedizanî ka wê çi were serê min û zarokên min. Derketin, çûn û hatina me pir bi asteng û bi tirs bû, me weke jin di 58 rojan de li dijî van zor û zehmetiyan li berxwe dan û têkoşîneke mezin nîşanî tevahî cîhanê da. Ji ber xerabiyên çeteyan û ji bo ewlehiya xwe em mecbûr man ku ji Efrînê koç bikin."
 
'Gelê Efrînê ji jiyana xwezayî hez dikin'
 
Rojînê di nava axaftina xwe de bi lêv kir ku ew pir bi Efrînê êşiyan, Efrîna rengîn û aram axa dayik û bavê wan bi vî rengî bibe û wiha da pê axaftina xwe: "Me wekî jin çand, ziman û kevneşopiyên xwe her dem diparastin. Me nanê xwe li ser sêlê çêdikir. Gel bi hev re li ber xwe dida û debara xwe ya jiyanê dikir. Di wê demê de serma pir bû, me êzing kom dikirin, agir pêdixist û xwarin bi hev re amede dikir. Bi êvarê me nikaribû çavên xwe bigirta, ji ber ku rewş pir çetîn bû. Penaberî bi rastî êşeke pir giran e. Ma qet dewletên navneteweyî û rêxistina mafên mirovan vê yekê nabînin? Mirov ji axa xwe nêz be lê ji ber dagirkerî û kiryarên dijwar nikare biçe li ser axa xwe. Ez çiqas jî bixaivim û bibêjim lê tu kes nikare wateyê ji êşa penaberiyê re bibîne. Zehmetiya penaberiyê ev e ku ez nikaribim biçim li ser gora dayika xwe ya li Efrînê ma ji vî tiştî zehmetir heye. Em gelê Efrînê bi çanda xwe ve girêdayî ne, hezkirina me ji çandina dar ber û şênkahiyê gelekî hebû. Jiyana me Efrîniyan pir xwezayî ye, em bi dar û beran re mijûl dibin, li ser êzingan xwe germ dikin û xwarina xwe çêdikin."
 
'Li dijî dagirkeriyê berxwedana xwe mezin bikin'
 
Rojînê di dawiya axaftina xwe de banga Rêxistinên Mafên Jin û Zarokan ên Navneteweyî kir ku êdî rê li ber van kiryarên li dijî pîvan û exlaqê mirovan bigirin û bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: "Ez ji tevahî jinên cîhanê dixwazim bi yek destî bin, bi hev re rê li ber tundî, qirkirin, têkbirin û qetilkirina mirov û xwezayê bigirin. Ji bo pêşerojeke dirust û bi aram ji tevahî jinan re. Em ê bi berxwedan û mezinkirina têkoşînê dawiyê li dagirkeriya Tirkiyeyê bînin û bi aramî vegerin ser axa xwe û bijîn." 
 
Her wiha Gulîstan Bekir a ji  Efrînê ya di Rêxistina Sara ya li dijî Tundiya li ser Jinê ya  li Kantona Kobanê cih digire ji ajansa me re nêrîna xwe anî ziman.
 
'Dewleta tirk nikare bi rêya êrîşan rê li ber têkoşîna me bigire'
 
Gulîstanê di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku ev 4 sal in li ser penaberiya wan a ji Efrînê derbas bûye û wiha got: "Di 20'ê Çileya 2018'an de em ji bajarê xwe penaber bûn û derketin. Ji ber  ku êrîşa dewleta tirk bi ser me da hat, bi balafir û çekên giran bi şêweyeke hovane êrîşî Efrînê kir. Ez û zarokên xwe li mala xwe bûn, her kes li ser karê xwe bûn. Piştî ku em ji Efrînê penaber bûn, her malbatek bi rêbazekê zehmetî kişand. Bi sedan malbat li Şehbayê di rewşên xirab re derbas bûn. Di berxwedana 58 rojan de tevahî cîhanê dît ku rewşa gelê Efrînê bi çi rengî derbas dibe lê dewletên navneteweyî bêdeng man û tu helwesta li dijî dagirkeriyê nîşan nedan."
 
'Em daxaza jiyana aram dikin'
 
Gulistanê di nava axaftina xwe de anî ziman ku ew bûne şahidên qîrîna zarokan û kuştina wan a li ber çavan û wiha pê de çû:"Ji ber êrîş û hovîtiya dewleta tirk a dijwar, me nikaribû li ber balafiran parastina zarokên xwe bikin. Dema ku balafir lê dida her kesî dikir qurbanî. Ji ber vê yekê em neçar man ku berê xwe bidin Kantona Kobanê. Bi keser li rêya Efrînê dinêrin lê ji bo parastina zarokên xwe em mecbûr man bibin penaber. Îro jî ez û zarokên xwe li Kantona Kobanê dijîn û kedê didin. Her wiha parastina çand, ziman, kevneşopiyên xwe jî dikin."
 
'Em ê dagirkeriyê têk bibin û bi azadî li Efrîna xwe bijîn'
 
Gulistanê di dawiya axaftina xwe de da zanîn ku dewleta tirk dike ku hewldanên qirkirkirinê bide meşandin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Dewleta tirk û çeteyên girêdayî wê nasneme û berhemên kevnar ên dîroka Efrînê didin firotin. Her wiha kevirên Kela Seman û Nebî Horî ji şûnê radikin. Penaberên ji herêmên Xotayê û Îdlibê li şûna şêniyên resen bi cih dike. Min bêriya ax û welatê xwe kiriye, lê welatê min di bin desthilatdariya dagirkeran de ye. Em ê hertim li berxwe bidin û bi hêviyek mezin vegerin Efrîna xwe û ji nû ve darên zeytûnên xwe şîn bikin. Em ê bi têkoşîna xwe dagirkeriyê têk bibin û bi azadî li Efrîna xwe bijîn."