'Nobeta Edaletê' ya li Îzmîrê: Têkoşîna hevpar hewce dike

  • 15:47 9 Adar 2022
  • Rojane
 
ÎZMÎR - Li Baroya Îzmîrê 19 roj in çalakiya "Nobeta Edaletê" ya malbatên girtiyan didome. Îro karkerên ku girêdayî DÎSK’ê hatin serdana nobetê û piştevaniya xwe ya çalakiyê anîn ziman. 
 
19 roj in li Baroya Îzmîrê çalakiya "Nobeta Edaletê" ya malbatên girtiyan didome. Malbatan bi çalakiya xwe bal dikişînin ser rewşa girtiyên nexweş û binpêkirina mafên girtiyan. Karkerên Konfedarasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK) îro serdana nobetê kirin. 
 
'Em ê têkoşîna xwe bidomînin'
 
Dayika Ahmet Surme ê ku li Girtîgeha Tekîrdagê li dijî mirina bi guman a Vedat Erken 12 roj in di greva birçûbûnê de ne, Fatma Surme tevlî çalakiyê bû û banga hestiyariyê kir. Fatma, daxuyand ku divê raya giştî û parêzer li ser vê mijarêr awestin û got: "Girtiyên ku cezayên xwe temam kirine nayên berdan. Rewşa tenduristiya siyasetmedar Aysel Tugluk li holê ye. Em ji bo hemû girtiyan edaletê dixwazin. Heta edalet pêk bê em ê têkoşîna xwe bidomînin. He wiha ez li vir bang ne tenê li malbatên girtiyan hemû malbatan dikim ku xwedî li çalakiya me derkevin."
 
'Em kirdeya berxwedanê ne'
 
Piştî axaftina Fatmayê Tijda Kiliç axivî û got: "Tecrîda ku li girtîgehan heyî niha belavî civakê bûye. Em wek kedkar dibêjin tecrîd sûcê mirovatiyê ye. Tecrîd di serî li hemberî girtiyan tê meşandin. Em di sedsala 22'yem de nin, lê Malbata Şenyaşar, Gulistan Doku li ber xwe didin, li Serhedê dayik li ber xwe didin. Li Tirkiye û Kurdistanê kedkar li ber xwe didin. Em kirdeya berxwedanê ne. Bi têkoşîna hevpar em dikarin tecrîdê ji holê rakirn. Em parçeyek ji vê têkoşînê ne."