Li Germiyanê Mîhrîcana 8’ê Adarê

  • 15:10 9 Adar 2022
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Rêveberiya Giştî ya Rewşenbîrî û Hunerî ya Germiyanê, bi boneya 8’ê Adarê Mîhrîcana 8’ê Adarê organîze kir. Di mîhrîcanê de çalakiyên cûrbecûr hatin lidarxistin.
 
Çalakiyên ji bo 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê dewam dikin. Bi boneya 8’ê Adarê li Germiyan mîhrîcanek hat organîzekirin. Di mîhrîcana ku ji aliyê Rêveberiya Giştî ya Rewşenbîrî û Hunerî ya Germiyanê ve hatî organîzekirin de, hejmarek berçav ya jinan amade bûn.
 
Ji beriya mîhrîcanê festîval destpê bike, deqeyek rêz ji bo tevahî jinên hatine qetilkirin hate girtin. Piştre peyama Lijneya Mîhrîcanê û Îdareya Germiyanê hate xwendin.
 
Piştî peyaman koma hunerî ya Jinên Rojhilat stranên xwe pêşkêş kirin. Piştre koma govendê govend gerand. Piştî wê jî koma Keçên Rewşenbîr yên Xaneqîn talboyên xwe ên li ser wêneyên jinan hebûn, nîşandan.
 
Di mîhrîcanê de pêşangehek taybet ya karê destê jinan jî hate vekirin. Mîhrîcan heya danê êvarî dewam bike.