Kesên di mitînga 8’ê Adarê de hatibûn binçavkirin hatin berdan

  • 14:42 9 Adar 2022
  • Rojane
 
AMED - Di mitînga 8’ê Adarê ya Amedê de 9 welatî hatibûn binçavkirin. Kesên binçavkirî îro hatin berdan. 
 
Duh bi wesîleya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê li Qada Îstasyonê ya Amedê mitîng hat lidarxistin. Piştî mitîngê, endama Tevgera Jinên Azad (TJA) Safiye Akdag jî di nav de bi giştî 9 kes hatin binçavkirin. Safiye Akdag, bi hinceta peyamên di mitîngê de hatine xwendin hat binçavkirin û birin Şaxa TEM’ê ya Midûriyeta Ewlekariyê ya Bajêr. 
 
Gelemperî jê xwendekar, 8 binçavkiriyên din jî birin Qereqola Polîsan a Şehîtlîkê. Piştî îfadeyan jî her 8 binçavkirî hatin berdan. 
 
Hat zanîn ku îfadeyê Safiye Akdag a li Şaxa TEM’ê îro bi dawî bû û Serdozgeriya Komarê ya Amedê biryara berdanê da. Ji bo kontrolê, Safiye Akdag birin Nexweşxaneya Dewletê ya Selahaddîn Eyûbî û tê payîn ku dê piştî kontrolê were berdan.