Sitî Karatay hat definkirin

  • 14:17 9 Adar 2022
  • Rojane
 
AGIRÎ - Sitî Karatay a YJA STAR'î ya di sala 2016'an de li navçeya Şemzînanê jiyana xwe ji dest dabû, hat definkirin. 
 
Sitî Karatay  (Ezda Avesta) a YJA STAR'î ku di sala 2016'an de li navçeya Şemzînayê ya Colemêrgê di şer de jiyana xwe ji dest dabû, duh cenazeyê wê radestî malbatê wê hatibû kirin. Malbatê, cenazeyê keça xwe li Goristana Koçkiran a navçeya Bazîdê ya Agiriyê veşart. Polisan goristan dorpêç kir û destûr nedan ku kes bikeve goristanê û dîmen û wêne bên kişandin. Piştre kesên j bo veşartinê hatibûn ser goristanê ji malbatê re sersaxî xwestin. 
 
Piştî salan cenazeyê Sitî duh di nav qutiyekê de radestî Dayika wê Aynûr Karatay hatibû kirin.