Dê cenazeyê Sitî Karatay li Bazîdê bê veşartin

  • 21:28 8 Adar 2022
  • Rojane
 
COLEMÊRG - Cenazeyê Sitî Karatay a YJA STAR'î ku li Şemzînanê di şer de jiyana xwe ji dest dabû, dê li Bazîdê bê veşartin. 
 
Malbata Sitî Karatay (Ezda Avesta) a YJA STAR'Î ku di 2016'an de li bejahiya Şemzînan a Colemêrgê di şer de jiyana xwe ji dest dabû, îro cenazeyê Karatayê ji Nexweşxaneya Dewletê ya Şemzînanê wergirt. 
 
Ferdên malbatê du meh berê ji bo DNA'yê xwîn dabûn. Îro piştî ku rayedaran xeber şand ji wan re, ji Bazîd a Agiriyê çûn Şemzînanê. Ferdên malbatê cenazeyê Sitîyê ji nexweşxaneyê wergirtin û ji bo bisipêrin axê ber bi Bazîdê ve bi rê ketin.
 
Hat hînbûn ku dê cenazeyê Sitîyê li Goristana Kûçkiran a Bazîdê bê veşartin.