Jinan li Meşa Şevê ya Femînîst bang kirin: Em serî natewînin

  • 21:21 8 Adar 2022
  • Rojane
 
STENBOL - Ji bo Meşa Şev ya Femînîst bi hezaran jinana dirûşma "Dê ev serîhildan neqede" meşiyan.
 
Bi hezaran jin ji bo lidarxistina Meşa Şevê ya Feminîst a 20'an li Taksîmê li hev kom bûn. Jinên li Taksîmê dirûşmên wekî "Dê ev serîhildan neqede" û "Jin, jiyan, azadî" berz dikin, ji bo ber bi Kolana Siraselvîler a Taksîmê ve bimeşin li Kuçeya Telê û kolana Buyukparmak û Fîrûzagayê li hev kom bûn. 
 
Beriya hevdîtinê gelek rêyên ber bi Kolana Îstîklalê û Taksîmê ve diçin hatin girtin. Her wiha destûra çûna Kolana Îstiklalê jî nayê dayîn. 
 
Tevî hemû astengiyên polîsan jî bi hezaran jin li gelek deveran li hev kom bûn û ber bi Kolana Siraselvîler ve dest bi meşê kirin.
 
Jinên li Kuçeya Telê li hev kom bûn pankarta li ser "Serîhildana Feminîst" nivîsandî vekirin û dest bi meşê kirin. Piştî 50 metreyî polîsan pêşiya wan birî. Jinan ev yek protesto kirin. Jinan navê jinên hatine qetilkirin yeko yeko bilêv kirin û gotin "serîhildan". 
 
Jinan gotin em serî natewînin
 
Jinên ku kincên rengîn li xwe kirin, bi pîspîsk û flamayên xwe yên rengîn tim dirûşmeyên wekî "Em ne şevan, ne kuçeyan ne jî qadan naterkînin", "Jin, jiyan, azadî", "Îsyan" û "Em bêdeng nabin, natirsin, em serî natewînin" berz kirin. 
 
Jinan bi dengekî hêla got "barîkatan rakin" û meşa xwe domandin. Piştî vê polîsan cardin mudaxale kirin. Jinan jî ji polîsan re bi gotina "em natirsin, em serî natewînin" bersiva polîsan da. Piştî vê jinan berê xwe dan aliyekî din. 
 
Meşa jinan a ber bi Siraselvîlerê didome.
 
Barîkat hatin xerakirin
 
Polîsan êriş birin ser jinên ku li kuçeya Bakraç, Oba û Telê kom bûbûn. Polîsên ku bi gazê û fîşekên plastîk êriş birin ser jinan, nehiştin jin bimeşin. Lê jinan barîkatên li pêşiay wxe yeko yeko xera kirin û xwe gihandin Kolana Siraselvîlerê. 
 
Jin tevî hemû astengî û barîkatên polîsan jî xwe gihandin Kolana Siraselvîlerê. Bi hezaran jinên li Kolana siraselvîlerê ber bi Cîhangîrê ve meşiyan. Jinên li Cîhangîrê li ber ÎSPARK'ê li hev kom bûn, pankarta li ser "Em nikarin debara xwe bikin, serîhildana feminîst" nivîsandî li avahiay ÎSPARK'ê daliqandin. Jinan dirûşmeya "Bijî 8'ê Adarê, bijî têkoşîna me" berz kirin.