Mîtînga Amedê bi dirûşma 'jin jiyan azadî' û meşê bi dawî bû

  • 18:29 8 Adar 2022
  • Rojane
 
AMED - Mîtînga ji bo 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê ya bi pêşengiya DAKAP'ê li Qada Îstasyona Amedê hat lidarxistin bi dirûşma 'jin jiyan azadî' û meşê bi dawî bû.
 
 Ji bo tevlibûn Mîtînga 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê ya ku li Qda Îstasyonê ya Ofîsa Amedê di pêşengiya Platforma Jinan a Dîlcel Firatê (DAKAP) de tê lidarixistin meşa jinan a ber bi qadê ve berdewam dike. Bi derbasbûna jinan a qadê re coş û kelecana li qadê zêde bû.
 
Li qada mîtîngê pankartên bi dirûşmên, "Ji girtiyên nexweş re azadî", "Dem dema azadiya jinê ye", "Ji Aysel Tugluk re azadî", "Ez kurd im perwerdehiya bi kurdî dixwazim", "Zimanê me rûmeta me ye" , "Divê kurdî bibe zimanê fermî" û "Jin jiyan azadî" hatin daliqandin.  Jinên ku bi cil û bergên xwe yên kurdî hatin qadê flamayên li ser wan "Jin jiyan azadî" rakirin. 
 
Piştî mîting bi dawî bû jinan korteja meşê ava kirin. Jinên meşiyan dirûşmên "Jin, jiyan, azadî", "Bijî berxwedana zindanan","Bijî Serok Apo","Em ê bi serhildanê bi ser bikevin" berz kirin. Jinên hatin Cadeya Ekinciler li vir meş bi dawî kirin.