Piştî mîtingê li Wanê meş hat lidarxistin

  • 17:24 8 Adar 2022
  • Rojane
 
WAN - Mîtînga 8'ê Adarê ya bi dirûşma "Dem dema azadiya jinê ye" li Wanê hat lidarxistin bi meşa bi sedan kesî bi dawî bû. 
 
Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclîsa Jinê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi dirûşma "Dem dema azadiya jinê ye" li Parka Musa Anter a Wanê 8'ê Adarê pîroz kirin. Piştî konsera Rojda da bi sedan kes meşiyan û dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Jin jiyan azadî”," Ciwan fedaînê Apo ne" berz kirin. 
 
Polîsan dema pêşiya barîkatan girtin girseyê barîkat hilweşandin û meşa xwe domand. Di vê navberê de polîsan li ciwanekî xistin. Polîsan êrişî girseya meşiya Qada Beşyolê. 
 
Piştî êrişan girse li nava kuçeyan belav bû û meş bi dawî bû.