'Em 8'ê Adarê diyarî Aysel Tugluk û hemû girtiyên jin dikin'

  • 17:24 8 Adar 2022
  • Rojane
 
SERT - Berdevka HDP Ebrû Gunay, li Sertê di mitinga 8'ê Adarê de axivî û got ku ew 8'ê Adarê diyarî Aysel Tugluk û hemû girtiyên jin dikin. 
 
Mitînga 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê ya Sêrtê ji aliyê Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ve li Qada Newrozê hat pîrozkirin. Berdevka HDP Ebrû Guney, endamen TJA, Meclisa Jinan HDP'a Sertê û dayikên aşitiyê tevli mitînge bûn. Jinên Sertê bi şîara 'Dem Dema Azadiya Jinê ye' Qada Newrozê têje kirin. Pankart "Em ê bi hev re biguherînin" bi platforma mitîngê ve hat daliqandin. 
 
Her wiha Hunermend Ruken Yilmaz jî tevli mitîngê bû bi stranên xwe çalakvanên mitîngê coşand. 
 
Rexmî hewa sar jî jinên Sêrtî bi kincên xwe yên kurdî herikîn qada mitîngê û dûrişma   "Jin jîyan azadî" berz kirin. 
 
Mitîngê bi rêzigirtina ji bo Denîz Poyraz û Gerîbe Gezer dest pê kir. 
 
Piştî rezgirtinê li ser navê komîteya amadekar Cemîle Çîftçî derket ser dikê û axaftineke kurt kir. Piştî Çîftçî Hevseroka Rexistina HDP ya Sertê Belkiz Epozdemîr jî derket ser dikê û axaftineke kir. Epozdemîr, banga berdana girtiyên nexweş kir. Piştre Dayika Aştiyê Helîme Guçlu derket ser dikê û girseyê silav kir û dirûşmaya "Bijî Serok Apo" berz kir. 
 
'Em destkeftiyên xwe ji dest nadin'
 
Herî dawî Berdevka HDP Ebrû Gunay derket ser dikê û axivî. Ebrû diyar kir ku ew 8'ê Adarê diyarî rêhevalên xwe yên girtî Aysel Tugluk û girtiyên din ên jin dikin û wiha got: "Li Botanê, em 8'ê Adarê li hemû jinen tekoşer û berxwedêr pîroz dikin. Desthilat bi rakirina Peymana Stenbolê dixwaze jinan bike kole. Em li vir careke din dibêjin, 'Em nahilên ku hûn destkeftiyên me bin pê bikin'."
 
'Ji şer re Ocalan çareserî ye'
 
Di berdewema axaftina xwe de Gunay, bal kişand ser şêre Ûkrayna û Rûsyayê û destnîşan kir ku li Kurdistanê her tim şêr heye ev tişt anîn ziman: "Niha li Ûkraynayê şer heye, li Kurdistanê her tim şer heye. Dayik û jinên kurd şer baş nas dikin. Em li vir careke din dibêjin' ji bo aştiyê bila deriyê Îmraliyê vekin'. Ji şer birêz Abdullah Ocalan çareserî ye. Bila tecrîda li ser birêz Abdullah Ocalan rakin, da aştî were li vî welatî.”
 
Piştî axaftina Guney hunermend Rûken Yilmaz derket ser dikê û stran gotin. Girsê li ber stranên Yilmaz govend gerand û tilîlî kirin. 
 
Mitîng bi stranên Yilmaz û gerandina govendê bi dawî bû.