Li Colemêrgê jinan got: Em rê nadin polîtîkayên şer

  • 17:23 8 Adar 2022
  • Rojane
 
COLEMÊRG - Bi minasebeta 8'ê Adarê li Colemêrgê şahiya jinan hat lidarxistin. Jinan di şahiyê de bal kişandin ser polîtîkayên şer ên taybet û banga têkoşîna hevpar kirin. 
 
Tevgera Jinên Azad a (TJA) û Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Colemêrgê bi dirûşma "Dem dema azadiya jinê ye" li saloneke dawetê ya bajêr şahiyek ji bo 8'ê Adarê li dar xistin. Parlamentera HDP'ê ya Rihayê Ayşe Surucu, hevserokên HDP'ê yên bajêr û navçeyan, Dayikên Aştiyê û bi sedan jin tevlî şahiyê bûn. 
 
Jinên Colemêrgê bi cil û bergên xwe tevlî şahiyê bûn û dirûşmên "Jin jiyan azadî" û " Em xwe diparezin" berz kirin. Li salonê pankarta “Semra Guzel vîna gel e", "Dem dema azadiya jinê ye", "Dawî li tecrîdê binîn û rê bidin aştiyê", “Ji bo girtiyên jin edalet”, “Ji girtiyên nexweş re azadî" û “Em jin in, em ciwan û karker in" hatin daliqandin. 
 
Piştî rêzgirtinê şahî destpêkir. Di serî de Hevseroka HDP'ê ya Colemêrgê Humeyra Armut axivî û bal kişand ser berxwedana jinan û got: "Em bi saya berxwedana jinan li vir in. Niha li hemberî jin û ciwanan polîtîkayeke taybet ên şêr tê meşandin. Ji hêla îqtîdara AKP'ê ve xebatên me tên astengkirin. Bi sedan jin neheqî tên girtin. Lê divê bizanin ku têkoşîna me roj bi roj mezin dibe. Em wek Meclîsa jinan xwedî li Leyla Guven û Aysel Tugluk derdikevin." 
 
Parlamenter Ayşe Surucu jî, di şahiyê de bal kişand ser nêrînên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û got: "Îro jin hebûna xwe ispat kiriye û ev tişt jî bi saya fikrên Birêz Ocalan pêk hatiye. Lê belê li hemberî Birêz Ocalan niha tecrîdek heye. Di şexsê Birêz Ocalan de li hemberî jin û ciwanan jî tecrîdek tê meşandin. Em bang li îqtîdarê dikin ku dawî li tecrîdê bînin. Her wiha rewşa Aysel Tugluk jî di xeterê de ye û ji bo tedawiyê divê serbest bê berdan. Her wiha divê hemû girtiyên siyasî yên nexweş bên berdan." 
 
Piştî axaftinan şahî bi stran gotin û gerandina govendê bi dawî bû.