Di 'Nobeta Edaletê' de 8'ê Adarê hat pîrozkirin

  • 16:12 8 Adar 2022
  • Rojane
 
ÎZMÎR -  Çalakiya "Nobeta Edaletê" ya li Baroya Îzmîrê 18 roj in didome, di çalakiya îro de malbatan bal kişand ser rewşa girtiyên jin û bangewaziya serbestberdana girtiyên nexweş kirin. 
 
Çalakiya "Nobeta Edaletê" ya malbatên girtiyan a li Baroya Îzmîrê di roja 18'an de didome. Malbatên girtiyan di çalakiya xwe de bal kişand ser binpêkirina mafên girtiyan û daxwaza serbest berdana girtiyên nexweş kirin. Li salona çalakiyê malbatan dowîzên "Ji girtiyên nexweş re azadî" û "Tecrîd sûcê mirovahiyê ye" vekirin. 
 
Li ser navê malbatan Hanim Sever axivî û 8'ê Adarê li tevahiya jinan pîroz kir û got: "Îro bi hezaran jin ji bo mafê xwe daketin qadan. Li girtîgehan li hemberî girtiyên jin zilmek mezin heye. Em dixwazin ev zilma li hemberî girtiyên jin bi dawî bibe. Em bang li dayikan dikin ku tevlî çalakiya me bibin û em bi hev re bibin dengê girtiyan. Em di çalakiya îro de ji bo girtiyên jin daxwaza edaletê dikin."