Li Riha û Semsûrê 8'ê Adarê: Jin jiyan azadî

  • 15:27 8 Adar 2022
  • Rojane
 
RIHA/SEMSÛR - Li Rihayê jinan bi munasebeta 8'ê Adarê hatin gel hevdu û li Semsûrê jî jinan derbarê Remziye Yucel a ji aliyê mêrê pê re zewicî hatibû qetilkirin daxuyanî dan û gotin, "Em li dijî tundiya mêr dewletê di nava raperînê de ne."
 
Li Rihayê bi pêşengiya Meclîsa Jinê ya HDP'ê ya Rihayê û Tevgera Jinên Azad (TJA) jin hatin gel hevdu û di çarçoveya 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de şahî li dar xistin. Platroma Jinê ya Semsûrê derbarê Remziye Yucel a ji aliyê mêrê pê re zewicî hatibû qetilkirin daxuyanî dan û gotin, "Em li dijî tundiya mêr dewletê di nava raperînê de ne." 
 
Riha
 
Meclîsa Jinê ya HDP'ê ya Rihayê û Tevgera Jinên Azad (TJA) bi dirûşma "Dem dema azadiya jinê ye" "Şahiya Jinê" li dar xist. Bi sedan jin bi kincên xwe yên kurdî beşdarî çalakiyê bûn. Li eywana şahiyê pankartên bi nivîsên "Ji bo malbata Şenyaşar û her kesî edalet","Bila tecrîd rabe derî vebin aştî bê axaftin" hatin daliqandin. Ji bo jinên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dan rêz hat girtin. Jinan dirûşmên "Şehît namirin", "Jin jiyan azadî", Bijî berxwedana zîndana" berz kirin. Hevseroka HDP'ê ya Rihayê Çigdem Karakeçili got dê sedsala 21'emîn ew ê bibe sedsala jinê û got dê jin bi hev re jiyana nû ava bikin. 
 
Şahî bi stranên kurdî yên Nurcan Degirmenci strandin û bi gerandina govendê bi dawî bû. 
 
Semsûr 
 
Li Semsûrê jî jinan derbarê Remziye Yucel a ji aliyê mêrê pê re zewicî hatibû qetilkirin daxuyanî dan û gotin, "Em li dijî tundiya mêr dewletê di nava raperînê de ne." Endama Platforma Jinê ya Semsûrê Fahriye Akbaba diyar kir ku di 8'ê Adarê de jî jin tên qetilkirin û got ji ber zogan pêk nayên tundî tê kirin em vê şermezar dikin. 
 
Daxuyanî bi dirûşma “Jin jiyan azadî” bi dawî bû û piştî daxuayaniyê ji bo jinên girtî qert hatin şandin.