Li Kobanê coşa 8'ê Adarê
- 14:09 8 Adar 2022
- Rojane
KOBANÊ - Li Kobanê bi dirûşma "Em ê bi hev re şoreşa xwe biparêzin û axa xwe rizgar bikin" 8'ê Adarê ji aliyê jinan ve hat pîrozkirin.
Li Kobanê bi dirûşma "Em ê bi hev re şoreşa xwe biparêzin û axa xwe rizgar bikin" 8'ê Adarê ji aliyê jinan ve hat pîrozkirin.
Bi sedan jin, şênî û hêzên parastina gel, tevahî sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser beşdarî şahiya 8’ê Adarê bûn. Di şahiyê de hemû jin û ciwan bi cil û bergên kurdî beşdarî şahiyê bûn. Şahî li nava Daran a Kantona Kobanê hat lidarxistin. Bi deqeyeke rêzgirtin şahîyê dest pê kir û paşê axaftin li ser navê Rêxistina Kongreya Star û bi navê Hêza Parastina Jinê hat kirin.
‘Rengê jinê rengê tekoşînê ye’
Jinên ku beşdarî şahiyê bûn di axafitna xwe de wiha anîn ziman ku 8’ê Adarê bi fikir û felsefeya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hate teqezkirin û wiha dawî lê anî: “Jina kurd bi têkoşîn, hêz û vîna xwe li hember dagirkerî û faşîzmê sekinî. Her wiha jin di qada şer de xwedî rola herî girîng bû. Jina xwedawend bi çand, ziman û kevneşopiya xwe bersiv da."
Piştî axaftinê bi navê Tevgera Hîlala Zêrîn Koma Şehîd Hevrîn stran got. Her wekî din jî Koma Êstêra Zêrîn a Qamişloyê jî xelekek pêşkêş kirin. Şahî bi govenda dayik û jinan dewlemend bû.
Şahî bi dirûşmên "Jin jiyana azadî" bi dawî bû