Jinên kurd li Rûsyayê 8'ê Adarê pîroz kirin
- 13:16 8 Adar 2022
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Rûsyayê bi pîrozkirina 8'ê Adarê berxwedana jinan hat silavkirin.
Jinên kurd ên li deverên cihê yên Rûsyayê 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê pîroz kirin.
Jinan li qadên ku lê bûn bi civîn û konseran 8'ê Adarê pîroz kirin. Li Moskow û Starîvîllîçovskayê ya Krasnadorê stran hatin gotin û komên folklorê govend girtin.
Moskow
Li Moskowê Nûnerên Tevgera Jinê, Nûnerên Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê û Meclîsa Moskowê axivîn, bal kişandin ser berxwedana jinên kurd û hate gotin di serî de ya YJA, YPJ'ê li hemû cîhanê berxwedana jinan didome.
Piştî axaftinan sranbêjên xwecih strandin û koma folklorê govend gerand.
Krasnodar
Li gundê Strîvîlîçovskayê bi tevlêbûna bi sedan jinî, li gel stranên stanbêjên xwecih û koma govendê 82ê Adarê hate pîrozkirin.
Piştî pîrozbahiyê jinan govend gerandin.