Li Mêrdînê şahiya 8'ê Adarê dest pê kir

  • 13:07 8 Adar 2022
  • Rojane
 
MÊRDÎN - Li Mêrdînê şahiya jinan a 8'ê Adarê li qada Newrozê ya Nisêbînê dest pê kir. Jinên Mêrdînê bi xemla xwe daketin qadan. 
 
Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Mêrdînê bi dirûşma “Dem dema azadiya jinê ye” 8'ê Adarê pêşwazî dikin. Şahiya 8'ê Adarê ya Mêrdînê îsal li Nisêbînê Qada Newrozê tê pêşwazîkirin. 
 
Jinên Mêrdînê bi cil û bergên xwe yên rengîn berê xwe dan qada şahiyê. Li qadê pankartên “Bijî 8’ê Adarê”, “Dem dema azadiya jinan e” û “ Em li fezayê û li her derê ne, wê serdestiya mêran têk bibin” hatin daliqandin. Beriya destpêka şahiyê jinan stranên xwe dibêjin û govendê digerînin.
 
Her wiha li gel nûnerên sazî û dezgehên sivîl dê parlamentera HDP’ê ya Agirîyê Dîlan Dîrayet Taşdemîr beşdarî şahiyê bibe.