Jinan li Qendîl û Kelarê 8'ê Adarê pîroz kirin
- 10:59 8 Adar 2022
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Jin bi munasebeta 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê li herêmên Qendîl û Kelarê yên Başûrê Kurdistanê, bi pêşengiya Rêxistina Jinên Azad a Kurdistanê (RJAK) 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê bi çalakiyan hate pîrozkirin.
Li navçeya Kelarê ya ser bi Îdareya Germiyanê û li quntarên Qendîlê li gundên Aliye Reş, Beştê, Maredu û Zêveyê 8'ê Adarê hate pîrozkirin.
Di pîrozbahiyan de jin li ber tundiyê rabûn û daxwaza wekheviyê kirin.
Pîrozbahiya li Kelarê jî bi dirûşma "Em ê nirxên civakî ji bo civakê ji nû ve bi dest bixin" pêk hat.
Pîrozbahî li Mala Çandê hate lidarxistin, govend hate gerandin û li ser çand, jin û hunerê nirxandin hatin kirin.