'Wê jin di 8'ê Adarê de li Êlihê li dijî polîtîkayên taybet hêza xwe nîşan bidin'

  • 09:16 8 Adar 2022
  • Rojane
Medya Uren
 
ÊLIH - Jinên Êlihê ji bo 8'ê Adarê bi coş û hêzek mezin amadekariyên xwe kirin. Berdevka TJA’yê ya Êlihê Gulîstan Sonuk têkildarî daxwaza jinên Êlihê û amadekariyên ku weke TJA'yê heta niha kirine wiha got:"Êlih ji salên 90 ve navenda êrişên polîtîkayên şer ên taybet in. Loma tucarî jî têkoşîna jinan neqediyaye. Wê jinên Êlihê di 8’ê Adarê de bi hêz û tevlîbûna xwe diyar bikin ku ew ê polîtîtakyên êrişên taybet birûxînin."
 
Di serî de Tevgera Jinên Azad (TJA) û pêkhateyên jinan bi wesîleya  8’ê Adarê roja jinên kedkarên cîhanê beriya  rojan dest bi xebat û amadekariyan dikin. TJA’yîyan di 25’ê Sibatê de li Mêrdîn û Îzmîrê starta xebatên xwe dan û diyar kirin ku heya 8’ê Adarê wê li hemû bajaran xebat werin meşandin, bi taybetî jî di roja 8’ê Adarê de wê li Şirnex, Dêrsim, Wan, Amed û Êlihê şahiyên girseyî werin lidarxisitn.  Di vê çarçoveyê de jî li Êlihê giraniyek mezin ji bo xebatan hat dayin. Berdevka TJA’yê ya Êlihê Gulîstan Sonuk jî têkildarê pirsgirêk û daxwazên jinên Êlihê û di vê çarçoveyê de xebatên ku dane meşandin û didin meşandin nirxandin kir. 
 
‘Îqtidar dijminatiya jinan ferz dike’
 
Gulîstanê di destpêka axaftina xwe de bi taybetî qala êrişên îqtidarê û tahrîbatên ku li ser jinê ava kirine destnîşan kir. Her wiha li dijî van êrişan ew ê xebatek çawa bidin meşandin û heta niha dane meşandin parve kir. Gulîstanê wiha axivî: “Tirkiye û bi taybetî jî ger em li Bakurê Kurdistanê bigirin dest em ê bibînin ku rewşa her jinî bêje dişibe hev. Ji ber ku Tirkiye atmosferek dijminatiya jinan ava dike. Bi polîtîkayên beralîkirina îqtidarê re jin weke zayenda duyem û sêyem tên nîşandan. Serokwezîrek dikare bi gotinek xwe jinê bike hedef û dijminatiya jinan di nava civakê de bi rêxistin bike. Ev jî dibe sedema encamên giran ên zayendî û civakî. Ji ber vê sedemê jî em dibêjin pêwîst e em qeyranên heyî ji îqtidarê qut negirin dest. Mixabin li Êlihê jî em bandorên van polîtîkayan ji nêz ve dijîn û jê paya xwe digirin.”
 
‘Bi şewbê re gelek tişt hatin guhertin’
 
Gûlîstanê qala pirsgirêkên jinan kir û got ji bo tahrîbatên îqtidarê di nava jinê de ava kirine em dikarin mînaka pêvajoya şewba koronoyê bigirin dest. Gulîstanê wiha qala pêvajoyê kir: “ Îqtidar pêvajoya îzalasyonê weke fersend ji xwe re nirxand û xwest careke din jinê di mal de girtî bihêle. Li Êlihê jî bi heman rengî şewbê bi xwe re qeyranên mezintir anî. Şewba koronoyê vegeriya qeyranên tendirustî, siyasî, aborî û civakî. Tê zanîn Êlih demekê di aliyê xwekujiya jinan de di rêza yekem de bû û di roja îro de jî ev yek dubare pêş ket. Piştî rêxistina azadiyê jinan û bi taybetî jî civakê gelek hişmendiyên ku enjekteyê wan hatine kirin şikandin. Êdî xwekujî ketibû asta herî kêm. Lewra bi polîtîkayên îqtidarê re û bi şewbê re jî teşwîqkirina xwekujiyê her ku çû  zêdetir rû da.”
 
‘Qeyûm xespkirina destkeftiyên jinê bû’
 
Gulîstanê di berdewamiya axaftina xwe de wiha diyar kir: “Encamên polîtîkayên ku îqtidar dide meşandin em dikarin bi gelek mînakan re jî vekin. Her wiha ya herî girîng jî em dikarin bi êrişên wan ên li ser vîna gel û siyaseta kurd re şîrove bikin. Bi qeyûm re vîna gel xesp kirin û bi awayek bê hiqûq êrişî sîstema me ya hevserokatiyê kirin. Bi sedan komele û saziyên me yên jinan girtin. Bi taybetî jî êrişî çand û zimanê jinê kirin. Jinên kurd ên siyasetmedar hedef girtin û bi sedan siyasetmendar jî girtin. Ev polîtîkayên dijminatiya jinê û kurdan e. Bi awayê herî sade em dikarin bêjin qeyûm xespkirina destkeftiyên jinê bû. Divê em vê yekê jî jê qut negirin dest. Jin hatin astengkirin û mehkûmê êşên dijîn hatin kirin. Her wiha vê yekê rê li ber mêr jî vekir.”
 
‘Em ê ji bo hemû êrişan bibin bersiv’
 
Gulîstanê bal kişand ser êrişên Tirkiyeyê yên li dijî xebatên wan tên meşandin û wiha pê de çû: “Bê guman bi qeyûman û polîtîkayên êrişên taybet re em rastî êrişek mezin hatin. Lê belê tucarî em neketin û me têkoşîna xwe hertim berdewam kirin. Li dijî xebatên me hertim astengî, gef û êriş pêk hatin. Bi hinceta şewbê ji bo her yek me bi caran cezayê pere dane. Yan jî ji ber çalakiyên hatine lidarxistin doz li wan hatine vekirin. Ev hemû jî li dijî vîna jinan gef in. Lê belê ji serî de jî li dijî îlegalîzekirin, gef û girtinan jî me xebatên xwe dan meşandin û em ê di 8’ê Adarê de jî bi hêzek mezintir  xebatên xwe bidin meşandin. Em ê ji bo hemû êrişan bibin bersiv.”
 
‘Jin gazinan ji polîtîkayên êrişên taybet dikin’
 
Gulîstanê qala xebatan kir giliyên jinên ku pêre hevdîtin kirine wiha parvekir: “Bi xebatên ku em didin meşandin de jin giliyên xwe cardin bi me re parve dikin. Tê zanîn demek dirêje em gund bi gund, tax bi tax digerin û xwe digihînin her jinî. Di wan xebatan de bi taybetî jinan qala êrişên polîtîkayên taybet ango tryakî, fihuş û qirkirina çandî kirin. Gelek jinan jî bi tayabetî li ser qeyrana aborî sekinîn û pirsgirêkên ku di malê de dijîn bilêvkirin. Weke me jî diyarkiribû ew pirsgirêkên aborî rê li ber pirsgirêkên nav malê de jî diveke. Em gotinên wan li ber çav digirin û li gorî wê jî biryara çalekiyan didin. Ji bo şkandina wan polîtîkayên qirêj em hertim li berxwe didin.”
 
‘Em ê hesab bipirsin’
 
Her sal 8’ê Adarê ji bo tevgera jinê girîng e lê belê îsal cudahiyek ya xwe heye. Ger em ji sala çûyî heya niha bigirin dest, bi rastî jî hewildanên îqtidarê yên li dijî jinê gelek zêde bûn. Parlementeriya gelek parlementerên me xistin, berdevka me ya TJA’yê hate girtin, niha jî dixwazin hevala me Semra Guzel bidin girtin. Em ê di 8’ê Adarê de hesabê vê yekê bipirsin. Em dibêjin sedsala 21’emîn wê bibe sedsala jinê û di vê bingehê de jî em ê xebatên xwe bidin meşandin.”