Li Mexmûrê meşek girseyî hate lidarxistin

  • 08:37 8 Adar 2022
  • Rojane
 
 
MEXMÛR - Bi boneya pêşwazîkirina 8’ê Adarê roja jinên cîhanê li Wargeha Penaberan a Mexmûrê meşek girseyî û rengîn hat lidarxistin.
 
Bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên cîhanê, ji 1’ê mehê ve jinên Wargeha Penaberan a Mexmûrê li ser lingane û rêzeçalakiyan li dardixin û bi cil û bergên xwe yên Kurdewarî ji bo pêşwazîkirina roja 8’ê Adarê meşek girseyî li darxistin, di meşê de jin û xwendevanên wargehê beşdarbûn û di destê jinên ciwan de elbane hebûn û bi elbaneyên xwe meşiyan û meşek bi heybet û rengîn derket holê. Meş li ber deriyê Saziya Malbatên Şehîdan dest pê kir heya parqa 4’ê Nîsanê berdewam kir.
 
Beriya ku daxuyanî were dayîn deqeyek rêz hate girtin. Di derbarê giringiya rojê de endama Koordînasyona Meclîsa Îştar Xantur Kara daxuyaî da û da diyarkirin ku ji bo me roja 8’ê Adarê  destpêka Newrozê ye.
 
Xantur di destpêka axaftina xwe de behsa têkoşîna jinê kir û wiha got: “Bi minasebeta silavkirina roja 8’ê Adarê roja 7’ê Adarê em hertim meşek girseyî li dardixin, bi vê boneyê em 8’ê Adarê li rêberê mirovahiyê Abdullah Ocalan, hemû jinên tekoşer yên ku îro li beramberî zihnyeta paşveru îro têdiko in, hemû jinên Kurd û hemû jinên Mexmûrê pîroz dikîn. 
 
Weke tê zanîn ji destpêka dîrokê heta niha mirovahî di gelek qonaxên cur be cur re derbaz bûye. Mirov dikar bêje yek ji van rojan jî roja 8’ê Adarê ye. Dewletên desthilatdar yê emperyalîzim dide diyarkirin ku çiqas ji hêza jina rêxistinkirî ditirsin, ji ber dizanin yekane têkçûna desthilatdariyê bi yekitiya jinan pêkane. 
 
Roja 25’ê Mijdar û 8’ê Adarê bi berdêlên gelek mezin hatiye qazanckirin. Lê belê em îro dibînin li beramberî hêza jina Kurd û cîhanê ev hêzên serdest li ser erkin. Di sala 2014’an de me carek din dit çawa jinên kurd di bazaran de hatin firotin, di sala 2016’an de li Sur, Nisêbin , Cizirê çaw ajinên Kurd di jêrzemînan de bi awayek hovane ji aliyê dewleta Tirk ve hatin qetilkirin. Îro em dibînin li Efrinê bi hezaran jinên Kurd ji aliyê çeteyên dewleta Tirk ve hatine revandin û aqubeta wan ne diyare.Li Bakurê Kurdistanê zilm û zora ku li jinên girtî didin meşandin ev nêzakatiyên ku tên kirin tenê roj û dîrok hatiye guhertin heman zordestî li beramberî jina Kurd berdewame. Ji bo em jinê ji zordestiyê rizgar bikin emê hemû rojên xwe veguherînin qada berxwedanê.
 
Ji bo me heval Sara, Hevrîn Xelef û Sema û bi hezaran jinên ki beramberî faşîzmê têdikoşin sembola 8’ê Adarê ye. Ger em îro dibêjin 8’ê Adarê roja jinên cîhanê ye, em weke jinên wargeha penaberan a Mexmûrê em deyndarê azadiya fîzîkî ya Rêber Apone, em kedkarê înşakirin paradîkmaya netewa demoqratîkin, ji bo wê em dibêjin 8’ê Adarê ji bo me ne çalakiyeke, ji bo me helwesteke li beramberî dijmin û bilindkirina têkoşînê li beramberî Şehîdan asta girêdanbûnê bilind dike. Em dikarin bêjin 8’ê Adarê destpêka Newrozê ye. Bi vê boneyê bangawaziya me ji tevayî jinên cîhanê ewe ku em bikaribin yekitî û rêxistina xwe li beramberî hêza serdest û sîstema kapîtalizmê xurt bikin.”
 
Piştî axaftina endama Koordînasyona Meclîsa Îştar Xantur Kara jinan govend gerandin.