Xendevanan bi bernameyekê jin vexwendin 8'ê Adarê

  • 16:51 7 Adar 2022
  • Rojane
 
MÊRDÎN - Xwendevanên Zanîngeha Artûkluyê ya Mêrdînê biboneya 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê li kampûsa zanîngehê çalakî li dar xistin û hemû jin vexwendin çalakiya 8'ê Adarê ku wê li Nisêbînê li Qda Newerozê bê lidarxisitn. 
 
Ber bi 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê coş û kelecana jinan jî zêdetir dibe. Jin li her qadê deng û rengê xwe nîşan didin û 8'ê Adarê pîroz dikin. Xwendevanên Zanîngeha Artûkluyê ya Mêrdînê jî biboneya 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê li kampûsa zanîngehê çalakî li dar xistin.
 
Xwendevanên ku çalakî li dar xistin li dora hev civiyan û bi erbaneyê kilamên kurdî gotin.
 
Xwendevanan 8'ê Adarê pîroz kirin û jinên ciwan vexwendin şahiya ku li Nisêbînê li qada Newrozê pêk were. Elekqeyeke gelek mezin nîşanî çalakiya xwendevan hat dayîn.