Li Botanê xebatên dawî ya ji bo mîtîngê didome

  • 15:56 7 Adar 2022
  • Rojane
 
ŞIRNEX - Xebatên mîtînga 8'ê Adarê ya ku dê sibê li Silopiyê bê lidarxistin didome. TJA û Meclîsa Jinan a HDP’ê, li Şirnex û navçeyên wê bangewaziya tevlîbûna mîtîngê kirin. 
 
Li Botanê xebatên 8’ê Adarê bênavber berdewam dike. Li Şirnexê 8’ê Adarê dê li Silopiyê li Qada Newrozê bê pêşwazîkirin. Ji bo tevlîbûna mîtîngê li Şirnex û navçeyên we xebatên bangewaziyê hatin kirin. Esnaf û şêniyên taxê hatin ziyaretkirin û belavok hatin belavkirin. 
 
Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê li ber avahiya Rêxistina HDP’ê ya Silopiyê kom bûn û bangewaziya tevlîbûna mîtînga 8'ê Adarê kirin. Li ser navê Dayikan, Emîne Ozek axivî û got ku divê jin bi tilîlî û rengê xwe li qadê cihê xwe bigirin.
 
Li navçeya Cizîrê jî bi pêşengiya Meclîsa Jinan a HDP’ê û TJA’yê xebata tevlîbûna mîtîngê hat kirin. Parlementera HDP’ê Nûran Îmîr, Dayikên Aştiyê û rêxistinên HDP’ê yên navend û navçeyê bi cilên xwe yên herêmî tevlî xebatê bûn. 
 
Li taxa Nûrê ya Cizîrê jî bi tevlîbûna Dayikên Aştiyê û rêveberên HDP’ê yên navçeyê belavok hatin belavkirin û bangewaziya tevlîbûna mîtîngê hatin kirin.