HDK: Em 8'ê Adarê diyarî jinên têkoşer dikin
- 14:15 7 Adar 2022
- Rojane
STENBOL - Meclîsa Jinê ya HDK'ê ya ji bo 8'ê Adarê daxuyanî da wiha got:"Wekî her salê dê îsal jî li kuçeyan û qadan têkoşîna me bi biryarî bidome.
Meclîsa Jinê ya Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) bi munasebeta 8'ê Adarê daxuyaniya nivîskî da. HDK'ê di daxuyaniya xwe de bal kişand ser rewşa girtiyan û girîngiya Peymana Stenbolê û got ew hemû jinên di girtîgehan de jiyana xwe ji dest dane bi bîr tînin.
'Em ê bi ser bikevin'
Her wiha di daxuyaniyê de wiha hat gotin:"Wekî Meclîsa Jinê ya HDK'ê wekî her salê dê îsal jî li kuçeyan û qadan têkoşîna me bi biryarî bidome. Em ê raperîna xwe mezin bikin. Em hemû jinên di têkoşîna azadî û wekheviyê de jiyana xwe ji dest dan bi bîr tînin. Em ê di nava serhildan û têkoşînê de cihê xwe bigirin."