Ji jinên girtî re kart hatin şandin

  • 12:21 7 Adar 2022
  • Rojane
 
WAN - Jinan û TUHAY-DER'ê kartên ku bi minasebeta 8'ê Adarê amadekirin ji jinên girtî re şandin.
 
Li Wanê Tevgera  Jinên Azad (TJA), Meclisa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Komeleya Piştevaniya bi Malabtên Girtî û Hukumxaran re (TUHAY -DER) di çalakiyeke hevpar de bi minasebeta 8'ê Adaerê Roja Jinan a Cîhanê ji jinên girrtî re kart şandin. Di amaedekariya kartan ku li avahiya TUHAY -DER'ê hat kirin de Dayikên Aştiyê jî piştgirî dan. 
 
Bal kişandin ser tecrîdê 
 
Di kartên ku li wan dirûşma "Dem dema azadiya jinê ye" hat nivîsandin de peyamên ji bo 8'ê Adarê jî hatin nivîsandin. Li ser navê jinan Hevseroka TUHAY - DER'ê Edîbe Babur axivî û got ku divê jin li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan tu kes bêdeng nemîne. 
 
Edîbe diyar kir ku ew ê li dijî binpêkirina mafan sibê li Parka Musa Aştiyê ya Musa Anter Mîtînga 8'ê Adarê li dar bixin û hemû jin vexwendin mîtîngê. 
 
Piştî axaftinê jinan kartên ku amade kirin ji postexaneyê ji jinan re şandin.