Jinên kurd li Kanadayê hatin gel hevdu û 8'ê Adarê pîroz kirin

  • 11:43 7 Adar 2022
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Bi munasebeta 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê, jinên kurd, li bajarê Toronto yê Kanadayê 8'ê Adarê pîroz kirin û gotin: "Jiyana wekhev bi rêxistiniyê dibe. Jinên Kurdistanî yên li Kanadayê, divê di bin sîwana Komuna Jinê ya Sara Ozgur de li hev bicivin û têkoşînê mezin bikin."
 
Li bajarê Toronto yê Kanadayê, bi banga Komuna Jinê ya Sara Ozgur, jinên Kurdistanî li Navenda Civaka Kurd a Torontoyê li hev civiyan û 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê pîroz kirin.
 
Çalakî bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna 129 jinên kedkar ên sala 1857'an li febrîqeyên New Yorkê di dema grevan de hatin qetilkirin û ji bo bîranîna di Têkoşîna Azadiyê ya Kurd de şehîd bûn, dest pê kir.
 
Piştî ku li sînevîzyona têkildarî 8'ê Adarê hate temaşekirin, dîmenê bangawaziyê yê Yekîtiya Komên Jinên Kedkar ên li Torontoyê (IWD Toronto) hate nîşandan ku ji bo çalakiya online ya 8'ê Adarê hate amadekirin.
 
'Jiyana wekhev bi rêxistiniyê dibe'
 
Hevberdevka Komuna Jinê ya Sara Ozgur bi navê komunê daxuyanî xwend û got, "Jiyana wekhev bi rêxistiniyê dibe. Jinên Kurdistanî yên li Kanadayê, divê di bin sîwana Komuna Jinê ya Sara Ozgur de li hev bicivin û têkoşînê mezin bikin."
 
Piştre Hevseroka Meclîsa Kurd a Demokratîk a Torontoyê got, "Em di demeke wiha de ne ku li Rojhilata Navîn hîn jî jin tune têne hesibandin. Azadiya jinan û Kurdan bi azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û bicihanîna paradîgmaya wî dibe."
 
Bername bi pêşandana zarokan a ji çanda Kurd dewam kir.
 
Piştre jî govend hate gerandin. Pîrozbahî bi dirûşma "Jin, jiyan, azadî" bi dawî bû.