Jinên kurd û swêdî bi munasebeta 8'ê Adarê hatin ba hev

  • 11:15 7 Adar 2022
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Jinên kurd û swêdî bi munasebeta 8'ê Adarê di resepisyona 8'ê Adarê de hatin ba hev.
 
Li paytexta Swêd Stockholmê, bi wesîleya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê li Lokala Weqfa Kolektîfa Jinan resepsiyonek hate lidarxistin.
 
Resepsiyon ji aliyê Tevgera Jinên Kurd a Swêdê (TJK-Swêd) û Weqfa Kolektîfa Jinan ve hate lidarxistin û gelek jinên kurd û swêdî tevlî bûn.
 
Bi wesîleya rojê xwarin hate dayin û piştre li ser girîngî û wateya 8'ê Adarê axaftin hatin kirin.
 
Qisekeran qala karên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên ji bo birêxistinkirina jinan kirin.
 
Di resepsiyonê de her wiha ji bo derxistina PKK'ê ji lîsteya 'rêxistinên terorê' îmze hatin berhevkirin.
 
Di dawiya resepisyonê de govend hate gerandin û çalakî bi dirûşma "Jin, jiyan, azadî" bi dawî bû.
 
8'ê Adarê jî wê saet 17:00 li Komeleya Çand û Hunerî ya Kurd (Fridhemsplan) çalakî bê lidarxistin, cil û bergên kurdî bi sembolên neteweyî werin nîşandan.