Ji jinên girtî ên Şakranê peyama 8’ê Adarê: Qêrîn jinê azad dike

  • 09:16 7 Adar 2022
  • Rojane
Rojda Aydin
 
ŞIRNEX - Esma Ayaz a ku 23 sal in li Girtîgeha Jinan a Şakranê ya Îzmîrê girtî ye, bi rêya telefonê ji ajansa me re peyama 8’ê Adarê şand. Esma, di peyama xwe de got: “Bi coşa biharê 8’ê Adarê bi giyanê Claraya, RosayaN, Sarayan, Besêyan, Semayan û hemû jinên kurd ên têkoşer pîroz dikin. Bêdengî jinê dikuje û qêrîna jinê azad dike.”
 
Bi minasebeta 8’ê Adarê Roja Jinan a Cihanê li bajarên Kurdistan û Tirkiyê xebatên 8'ê Adarê ku hatine destpêkirin bê navber berdewam dikin. Li gel jinên ku li derve bi coş û kelecanek mezin 8’ê Adarê pêşwazî dikin, girtiyên jin jî di bin zext û zordariyan de vê rojê pêşwazî dikin. Ji girtiyên ku bi zextan re rûbirû dimînin yek jê jî girtiya bi navê Esma Ayaz a ku 36 sal in ceza lê hatiye birîn û 23 sal in jî girtiye. Esma heta niha 8 caran hatiya sirgunkirin û niha li Girtîgeha Jinan a Şakrana Îzmîrê tê girtin. Esma bi rêya malbata xwe li ser navên girtiyên jin ên Şakranê peyama 8’ê Adarê ji ajansa me re şand.   
 
‘Bêdengî jinê dikuje û qêrîna jinê azad dike’
 
Esma, bi rêya telefonê di peyama 8'ê Adarê ku şand de wiha got: “Em ji hemû jinên ku li dijî pergala faşîst li berxwe didin û qet serî natewînin bi dil û can slav dikin. 8’ê Adarê Roja Jinan a Cihanê li we hemû jinên ku li qadan dengê xwe bilind dikin pîroz be. Di dîrokê de jin tim bûne hêza pêşengên têkoşîna azadiyê. Di demên herî tarî de jinan bi têkoşîna xwe rêya civakê ronî kirine. Ji ber vê sedemê ye ku hemû pergalên faşîst êrîşî jinan dikin. Her roj bi dehan jin tên qetilkirin û qetilkirina jinan qetilkirina jiyan û civakê ye."
 
'Pergalên faşît ji dengê jinan ditirsin'
 
Esma di berdewamiya peyama xwe de got ku di demên wisa zehmet de piştevanî û berxwedana bi rêxistinkirî hêza me ya herî xurt e û berdewam kir, " Hemû pergalên faşîst ji deng û qêrîna jinên berxwedêr ditirsin. Li dijî hemû tirs û zextan bi israr em ê jî dengê xwe her û her bilind bikin. Em li ser navê hemû hevalên jin ên dîl girtî hemû têkoşêrên ku îro li qadan bi tililî û kenê xwe dîwarên tirsê hildewişînin, bi dilekî herî germ slav dikin. Bi coşa biharê em 8’ê Adarê bi giyana Clarayan, Rosayan, Saraya, Besêyan, Semayan û li hemû jinên kurd ên têkoşer pîroz dikin. Bêdengî jinê dikuje û qêrîna jinê azad dike. Bijî 8’ê Adarê. Jin jiyan azadî. Slav û rêzên şoreşgerî ji hemû jinên kurd re.”