ROJEVA 7'Ê ADARA 2022'YAN

  • 09:00 7 Adar 2022
  • Rojev
*Helîme Gezer a ku du zarokên wê hatin qetîl kirin, zarokek wê jî hat felçkirin û yek jî cezayê muebetê lê hatiye birîn doza edaletê dike û destnîşan kir ku heta ew sax be wê li pey doza zarokên xwe bibe. DÎMEN HEYE
 
* "Gozel wêneya keça xwe danî ser çoka xwe û daxwaza xwe ya dîtina keça xwe bi lêv kir. Hesreta 15 salan a di dilê wê de di rûyê wê de jî dihat dîtin. Rewşa xwe û temenê xwe jî bi hevoka "Dikim û nakim nikarim biçim keça xwe bibinim" raxist ber çavan. Gotinên wê li ber guhê me, rûyê wê di mejiyê me de û êşa wê jî di dilê me cih girt..." JI PÊNÛSA JINAN
 
*Li ser xaka Mezopotamyayê jinan yekem car bingeha civaka wekhev û komînal avêtin. Xwedawendan ji wê rojê ve têkoşîna azadiyê dane destpêkirin û heta serkeftinek mayînde ji bo me kirin mîrate. Niha jî jinên kurd ên xwediyê vê axê xwe bi têkoşîna azadiyê ya bi pêşengtiya Rêberê PKK'ê  Abdullah Ocalan û rêhevalên wî hatiye destpêkirin xwe bi rêxistin kirin û bûn zincîra vê têkoşînê. Bi feyz û hêza jinên mîna Zîlan, Berîvan û Sarayan bi milyonan jinên kurd tora xwe mezin kirin. Jinan ramana "Jina Azad Civaka Azad e" hembêz kirin û 8'ê Adarê watedartir kirin. BI DÎMEN
 
* Jinan bal kişandin ser rewşa siyasetmedara kurd Aysel Tûglûk û destnîşan kirin ku divê ATK li gorî daxwaza desthîlatdariyê tev negere û di serî de Aysel Tûglûk bila hemû girtiyên nexweş serbest bên berdan. DÎMEN HEYE
 
*Jinan beriya 8’ê Adarê axivîn û diyar kirin ku ew li Tirkiyeyê xwe di ewlehiyê de nabînin û wiha gotin: "Edelet tune ye. Em hatina asta ku bêyî parastina cewherî, nikarin bijîn. Têkoşîna me li her derê didome. Li kolanan ev tê dîtin." DÎMEN HEYE
 
*Endama Lijneya Weşana Jîneolojiyê Rojda Yildiz da zanîn ku li her derê cîhanê şîdeta li ser jinan zêde bûye, zayendperestî derketiye asta herî roj, krîzên civakî bi her alî giran bûye. Rojdayê got di pêvajoyeke wisa de wê di 8’ê Adarê de 7 saliya xwe pîroz bikin.  DÎMEN HEYE
 
*TJA  û Meclîsa Jinên HDP'ê, bi minasebeta 8'ê Adarê wê li navçeya Silopiyê sibehê mitîngê li dar bixe, ji bo vexwendina mîtîngê dê li Şirnex û navçeyên wê li taxan serdana jinan û esnafan bikin û banga tevlîbûnê bikin. (11.00-16.00)
 
*Esma Ayaz a ku 23 sal in li Girtîgeha Jinan a Şakranê ya Îzmîrê girtî ye, bi rêya telefonê ji ajansa me re peyama 8’ê Adarê şand. Esma, di peyama xwe de got: “Bi coşa biharê em 8’ê Adarê bi giyanê Claraya, Rosaya, Sarayan, Besêyan, Semayan û hemû jinên kurd ên têkoşer pîroz dikin. Bêdengî jinê dikuje û qêrîna jinê azad dike.”  DÎMEN HEYE