Li Cizîrê bi sedan jin ji bo zimanê zikmakî meşiyan

  • 16:08 6 Adar 2022
  • Rojane
 
ŞIRNEX - TJA  û Meclisa Jinan a HDP'ê, bi minasebet 8’ê Adarê Roja Jinan a  Cihanê xestin balê bikişînin ser bişaftina li ser zimanê zikmakî û bi tevlîbûna sedan jinan meşek girseyî li dar xistin. Di meşê de Nuran Îmîr a HDP’yî bal kişand ser polîtîqayên li ser ziman û bang li hemû kesî kir ku xwedî zimanê xwe derbikevin.
 
Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclisa Jinan a  Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), bi minasebeta 8’ê Adarê Roja Jinan a Cihanê li navçeya Cizîrê ya Şirnexê bi dirûşma “Dem dema azadiya jinê ye” şahî li dar xistin û ji bo zimanê kurdî bi be zimanê fermî piştî şahiyê meşiyan. Beriya meşê di şahiya ku li ber avahiya HDP’ê ya navçeyê hat lidarxistin de bi sedan jin kom bûn. Piştre jin çûn li ser kolana Îmam Hatîp a taxa Yafesê kom bûn û meş pêk anîn. Parlamentera HDP’ê ya Şirnexê Nuran Îmîr, endam û rêvebirên HDP’ê yên navend û navçeyan û bi sedan jin bi kincên xwe yên kurdî tevli meşê bûn.
 
Jinan di meşê de alên TJA’yê û dovîzên “Ev rojên tarî dê jin ronî bikin” û “Ji girtiyên neşxweş re azadî” bilind kirin.
 
Jinan bi coş û kelecanek mezin û bi dirûşma “Jin, jiyan azadî” ku  berz kirin govenda xwe gerandin. Jinan di dema gerandina govendê de alên TJA’yê bilind kirin û bi tilîliyan govenda xw geş kirin. Jinan bi erbaneyan û stranan, bi dirûşmÊN “jin, jiyan azadî”, “Bijî berxwedana jinan”, “Bijî berxwedana zindanan” û “Bê ziman jiyan nabe” berz kirin. Piştre Nuran Îmîr a HDP’yî axaftinek kurt kir.
 
‘8’ê Adarê ji bo me roja têkoşîn û banga azadiyê ye’
 
Nuran, Roja Jinan a Cihanê li hemû jinan pîroz kir û anî ziman ku 8’ê Adarê ji bo jinan gelek girînge û wiha got: “Bi minasebeta vê rojê em tax bi tax û mal bi mal digerin. Ji bo azadiya jinan em xwe digihînin hemû jinan. 8’ê Adarê ji bo me roja têkoşîn û banga azadiyê ye.”
 
‘Têkoşîna me berdewam dike’
 
Nuran, diyar kir ku pergala serdest a mêr li ser erdnîgariya cihanê heta welatê wan dixwazin jinan asten bikin û wiha domand: “Em jin li dijî pergala serdest a mêr berxwedana xwe didomînin. Em nîvê vê jiyanê ne. Tu kes nikare li ser navê me biryaran bide. Pergala serdest a ku vî welatî rêve dibe dixwaze jinê kole bike. Lê jin koletiyê qebûl nakin û ji bo azadiya xwe  li ber xwe didin. Di her qadê de êrîşî vîn û têkoşîna me tê kirin.”
 
‘Em ê xwedî li zimanê xwe derbikevin’
 
Nuran, bal kişand ser polîtîqayên bişaftinê yên li ser ziman û wiha  dawî li axaftina xwe anî: “Di sedsala 21’emîn de hêj jî zimanê kurdî qedexe ye. Ev şerma mezin a vî welatî ye. Divê zimanê kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê. Li Rojhilata Navîn axaftina zimanê kurdî di rêza çaremîn de cih digire. Bi mîlyonan kes vî zimanê bikar tînin. Lê îro di civakê de bi awayekî fîîlî zimanê me ku tê qedexekirin parçeyekî qirkirinê ye. Netewek ger ku bixwaze xwe bide jiyîn  encax dikare bi parastina zimanê xwe wê pêk bîne. Li dijî polîtîqayên bişaftinê em jinên kurd xwedî li ziman û çanda xwe dertên. Em wek jinên Botanê Melayê Cizîrî û Mîr Celadet Elî Bedirxan bi rêzdarî bi bîr tînin. Bi saya wan em îro zimanê xwe zanin. Mifteya zimanê kurdî li Cizîra Botan e. Çi dibe bila bibe em ê bi zarokên xwe re kurdî biaxivin û xwedî li zimanê xwe derbikevin. Banga me ji hemû kesan re ew e ku bi zimanê xwe biaxivin û xwedî çanda xwe derbikevin. Em ê bi tililî û kincên xwe yên kurdî çanda xwe bidin jiyîn.”
 
Banga mitîngê
 
Nuran, herî dawî bang li jinên Botanê kir ku tevli mitînga li Qada Newrozê ya Silopiyê dê bê lidarxistin bibin û li dijî êrîşên ser jinê peyamên xwe bidin.
 
Piştî daxuyaniyê meş, bi dirûşman bi dawî bû.