Li Mêrdînê bi nivîskarên jin re panel hat lidarxistin

  • 17:42 6 Adar 2022
  • Rojane
 
MÊRDÎN - Platforma Jinan a Şahnaranê bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê bi jinên nivîskar re panel li dar xist. 
 
Platforna Jinan a Şahmaranê bi minasebeta 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê bi niviskarên jin re panel li dar xist. Panel li avahiya Konfederesyona Sendîkaya Kedkarên Cemawerî (KESK) a Mêrdînê pêk hat. Wek panelîst niviskar Xecê Şen û Gulgeş Deryaspî beşdar bûn û moderatora panelê jî ji aliyê Berdevka Tevgera Jinên Azad (TJA) ya Mêrdînê Eylem Amak ve hate kirin. Her wiha Parlementera Mêrdînê ya HDP'ê Ebrû Gunay û gelek jin beşdar bû.
 
Di destpêka panelê de Eylem axivî û mijarên ku niviskar li ser biaxivin vegot. Nivîskar Gulgeş Deryaspî li ser mijara “Di dîroka çîrokê de jiyana jinê” axivî. Nivîskar Xecê Şen jî li ser mijara “Felsefeya mêhrî-mîtra, zayendiya civakî û wêjeyê” sekinî.
 
‘Rola jinê ya di nava civakê de çawa guhert?’
 
Nivîskar Gulgeş Deryaspî axivî û bal kişand  ser rola jinê ya di nav civakê de û got: “Rola jinê ya ku di destpêkê de wek Xwedewenda dihat binavkirin çawa guherî. Rola jinê ya di nav civakê de çawa guherî? Gava em li çîroka Înnana dinihêrin, rol û keda jinê çawa hatiye dizîn em dibînin. Her wiha destpêka çîroka jinê ya têkçûyinê ji rola Hewayê dest pê dike. Kesên ku rola Hewayê qebûl dike, di nav civakê de rola bindestiyê ji wan re tê ferzkirin. Çîrokên zayinê ku di serpêhatiya jiyanê de hatiye avakirin bi demê re hatiye guhertin. Di vê pêvajoyê de rola jinê di nav civakê de hatiye avakirin û mixabin jin jî ew rola li ser xwe qebûl kiriye. Divê em bikaribin ku wê rola ji jinê re hatiye ferzkirin biguherînin û bigihînin asta wê ya destpêkê.”
 
‘Felsefeya mêhrî-mîtra felsefeyek komînal û ya jinê ye’
 
Dûvre nivîskar Xecê Şen axivî û diyar kir ku hûmîtra encama xebat û lêkolînên wê yên 9 salan in û wiha dirêjî da axaftina xwe: “ Li gorî lêkolînên ku di her çar aliyê Kurdistanê de mêhrî û mîtra felsefeya roj û ronahiyê ye. Hûmîtra zêdetir li ser hunerê ye. Ji ber ku felsefe zêdetir bi hunerê ve têkildar e. Ew felsefe, felsefeya mêhr û mîtrayê bi xwe zêdetir li ser jiyana jinên Mêrdînê ye. Felsefeya mêhrî-mîtra ku di esasa xwe de bi pêşengtiya jinê ve hatiye birêvebirin, li gorî teqebûlên 12-15 sal berê zayînê dike. Lê beriya du mehan ku perestgehên li Mêrdînê derketin holê ew qala 15 hezar sal wêdetir dikin. Di jiyana Mêrdiniyan de di roja îro de em deqê laşê ser mirovan dibînin. Ev deq, yek ji sembola felsefeya Mîtrayî ye. Di serdema Mîtrayî de xwendin û nivîsandin tune bû. Jiyana wan, zimanê wan hemû li ser kodan hatiye çêkirin. Her tiştê ku keşif kirine, semboleke wê çêkirine. Bêguman felsefeyek komînal û di esasa xwe de heqîqetekê dihewîne. Hem farisî, yarsanî, zerduşt û ereb jî ev heqîqet veşartine. Lê belê ew felsefe di esasa xwe de di hemû bîr û baweriya van civatan de hê dijî.”